Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk ew birîndar kir, PDK’ê jî avêt zindanê 22.11.2020

 

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ BAŞÛR
DEWLETA TIRK EW BIRÎNDAR KIR, PDK’Ê JÎ AVÊT ZINDANÊ

19’ê Mijdarê artêşa dewleta dagirker a Tirk bi balafirên bêmirov û biçek li gundê Bîgdadê yê bajarokê Kanîmasî bombe barandibûn.

Di encama vê êrîşa hewayî de welatiyê bi navê Silêman Mele Şêxo birîndar bûbû û zirareke mezin gihîştibû mal û milkên gundiyan.

Silêman Mele Şêxo yê dihate dermankirin di 20’ê Mijdarê de ji hêla hêzên PDK’ê ve hat girtin.

Hêzên PDK’ê rê nedan ku Silêman Şêxo bê dermankirin û yekser avêtin zindanê.

Piştî girtinê û şûn ve ti agahî ji Silêman Mele Şêxo nehat girtin.

Derbarê girtin û zîndanîkirinê de PDK agahiyan nade malbata wî.

Ji welatiyên herema Kanî Masî mamosteyekî ku nexwest navê xwe bide li ser mijarê wiha axivî:

PDK bi van pêkanînên xwe pîlana dewleta Tirk temam dike. Li şûna ku li ber êrişkaran rabe, sivîlên bêsûc û bêguneh ku birînawan nehatiye derman kirin digre. Em dizanin ku dewleta Tirk tevahî saziyên PDK’ê bi rê ve dibe.

PDK li himber van emelên dewleta tirk bê helweste û gelê me zerarê ji vê tifaqa bi dijmin re dibîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv