DEWLETA TIRK GAV BI GAV XWEZAYA KURDISTANÊ TALAN DIKE
LI ŞAXÊ JI BER AVAKIRINA SANTRALA HÎDROELKTRÎKÊ MASÎ DIMRIN
Li Çemê Sortkîn ê navçeya Şax a Wanê, Santrala Hîdroelektrîkê a ku hatibû lêkirin, di Mijdara 2020’an de dest bi kar kir.
Êdî bi awayekî aşkere dixuyê ku HES’a navborî bandorek nebaş li ser xwezayê û zindiyan dike.
Bi aktîfbûna Santrala Hîdroelektrîkê ve di 3’yê Çileyê de ava çem hatibû qut kirin. Bi kêmbûna ava çem ve bi tonan masiyên deqsor mirinbûn.
Piştî vê Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Wanê û ya Navçeya Şaxê li tesîsê lêkolîn kirin.
Li gor zabitnameya midûriyetan, sedema mirine masiyan kêmbûna avê û kêmbûna oksîjenê ye.
Xwediyê tesîsa masiyan Orhan Dûrmûş jî gilî kir.
Dûrmûş xwest HES bê rawestandin û ji ber maxdûr bûye doza tazmînatê kir.
Ji xeynî mirina masiyan, HES’ê bandoreke nebaş li çandinî û sewalvaniya herêmê jî kiriye.
Şêniyê mezrikê Mûsa Elîtaş, destnîşan kir ku HES ji bo herêmê zirar e û got;
“Av nayê nav erdê me. Min serî li gelek ciyan da, lê avê andin. Min zebze diçand, lê niha nikarim. tu karî bikim”
Elîtaş, bilêv kir ku 150 pezên wî hebûn û got: “Lê ji ber ku min nikaribû wan xwedî bikim, min giş firotin. Dibêjin ’em ê avê bidin’, lê nadin.”
Tayîp Balkanê ku xwediyê tesîsa masiyan ye, anî ziman ku ji ber saetê carekê ava çem berdidin ava hawizan kêm bibe û got:
“Gava me masiyên mirin birin zanîngehê, em pê hesiyan ku gava av tê kêmkirin masî bê oksîjen dimînin û dimrin.
Balkan, da zanîn ku heya niha 5 ton masî mirine û got:
“Em jî nizanin em ê çi bikin. Me debara xwe bi vî karî dikir. Lê êdî em zerar dikin. Hevalên me serî li dozgeriyê dane, em ê jî serî li dozgeriyê bidin.”