Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CîhanNûçeyên Dawî

Dewleta Tirk gemiya lêgerîna gazê ji Rojhilatê deryaya Spî paşve kişand

 

Dema hêza aliyekî qels be wekî şêran êriş dike, lê dema aliyê li hemberê wê xurt be îcar wekî roviyan li riyên revê digere.

Serboriya dewleta Tirk a li Derya Spî jî eynî bi vî rengî bi dawî bû.

Rêvebiriya Enqerê ku li hemberê Yûnanîstan û Ewrûpayê gefan dixwar, dema dît wê Ewrûpa hevsarên wê bişidîne, paş de gav avêt.

Enqerê bi biryareke lezgîn keştiya xwe ya sondaja gazê ji Derya Spî vekişand.

TIRSA AMBARGOYÊ BI TIRKIYEYÊ GAV DA AVÊTIN…ENQERE DAWÎ LI LÊGERÎNA GAZÊ YA LI DERYA SPÎ ANÎ

Dewleta Tirk di rêvebiriya AKP-MHP’ê de şantajê kiriye yek ji stûnên dîplomasî û têkiliyên xwe yên derve.

Di çarçoveya vê polîtîkaya xwe ya nû de, gelek caran sînorên deryayî û hewayî yên Yûnanîstanê derbas kir, berê bi dehezarên penaberên bêguneh da ber bi Ewrûpayê.

Lêbelê rêvebiriya Enqereyê li vê nuqteyê nesekinî û bi keştiya xwe ya Orûç Reîs bi awayekî qaçax, nêzîkî giravên Yûnanîstanê dest bi lêgerîna gazê kir.

Lêbelê li ser giliyên domdar ên Yûnanîstanê Yekitiya Ewrûpayê biryar da îcar vê meseleyê bîne civîna xwe ya lîderan a 11’ê Kanûnê.

Tê payîn, piştî gelek hişyariyên bi kêrî tiştekî nehatin, Bruksel vê carê li dijî Enqereyê dest bi ambargoyekê bike.

Li ser vê yekê dewleta Tirk kete nava alarmê û bi awayekî lezgîn, keştiya xwe ji devera ku sondaja gazê dikir vekişand.

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe ya di vê mijarê de got, keştiya wan vekolînên xwe yên sîsmîk bidawî kirine û lewma jî vegeriya ye welêt.

Lê elbet ev, yek ji derewên dewletê bû ku di demên wiha teng de ji aliyê Enqereyê tê bikaranîn.

Ev jî hatin dîtin

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv