ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ YÊN DEWLETA TIRK
BALAFIRÊN ŞER GUNDÊ BARÊ YÊ ŞENGALÊ BOMBARDÛMAN KIR
Şengal di hedefa dewleta Tirk a dagirker de ye.
Ne tenê Şengal, Mexmûr jî.
Ev demeke ku li herdû herêman jî tevgera hewayî heye.
Îro di saetên êvarî de ji Şengalê agahî hat ku li herêmê bombardûman hatiye kirin.
Hema piştî bombardûmanê hevalê me Îbrahîm Êzidî çû ciyê buyerê û ji wêderê ragihand.