CENAZEYÊN ŞEHÎDÊN XERZANÊ YÊN LI STENBOLÊ
JI 282 CENAZEYAN TENÊ YÊN 21 ŞEHÎDAN HATINE DAYIN
Hêzên Tirk ji bo êşa malbatên şehîdan zêde bikin, beriya 3 salan ji goristana Garzanê 282 cenaze revandin Stenbolê.
Malbatên 282 şehîdên azadiyê ji wê demê û vir ve, ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe di nava tevgerê de ne.
Heta niha malbatên 21 şehîdan kariya cenazeyan bigirin.
Lê cenazeyên 261 şehîdan hê li goristana Kîlyos a Stenbolê tên girtin.
CENAZEYÊN ŞEHÎDÊN XERZANÊ YÊN LI STENBOLÊ
MALBATA ABDULHAMÎT DONER DIXWAZE CENAZE RADESTÎ WAN BÊKIRIN
Yek ji wan jî cenazeyê Abdulhamît Doner (Egît Xerzan) di sala 1995’an de li navçeya Bedlîsê Xîzanê şehîd bûbû.
Bavê Abdulhamît Doner Şebap Doner dibêje ku piştî şehadetê 9 salan ew fêrbûna cenazeyê zarokê wan li goristana Garzanê ye.
Şebap Doner tîne ziman ku ji ber fêrbûna cihê cenazeyê ew kêfxweş bûbûn û tim diçûn serdanê.
Şebap Doner bi bîr dixe ku hêzên Tirk beriya 3 salan tevî cenazeyê kurê wî cenazeyê 282 kesan birine Stenbolê.
Doner tîne ziman ku tevî hemû hewldanan wan nekarîn cenazeyê xwe bigirin û hêrsa xwe anî ziman.
Şebap Doner ji bo cenaze radestî malbatên bên kirin bang li hemû kesên xwedî vîjdan dike.