Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk li Cizîra Botanê li dû planên qirêj in

Zilmeke nedîtî li ser kirin…

Bajêr bi erdê re kirin yek…

Bi sedan kuştin, revandin, êşkencekirin, girtin…

Lê nekarîn îradeya xelkê Cizîra Botan teslîm bigirin.

Niha jî hewldana destdirêjiya li nirxên Cizîra Botan heye.

Ew jî zimanê wê yê kevnar e, ku ji destana Mem û Zînê xwe gihandî ye roja me.

Li Cizîrê doh agahiyek belavbû, ku li navendeke kirîn û firotinê axaftina bi Kurdî hatiye qedexekirin.

Ji ber helwesta Cizîriyan û tevahiya Kurdistaniyan, xwediyê vê meseleyê paşde gav avêtin.

LI HERÊMA BOTANÊ PÎLAN Û LÎSTIKÊN QIRÊJ ÊN DAGIRKERIYA TIRK

Warê fîlozof Rezzaz Elcezerî.

Warê Melayê Cizîrê yê bi dîwan û helbestên xwe bûye hîmekî zimanê Kurdî.

Warê Mem û Zînê, yê ji destaneke nemir û serhildêriyekê re bûye keleha evînê.

Warê Bêrîvana Êzidî, Binevşê ku jîn daye tovên serhildêrî û berxwedêrî ye.

Warê Mihemed Tûnç û Asya Yukselên serbilindiya gelê Kurdistanê.
https://www.youtube.com/watch?v=PGKNO0A34hM muzîkê nedin, tenê dîmen. di dawiya nûçeyê de jî bi kar bînin.
Dagirkeriya Tirk li dijî vî warî di nava hewldanên qirêj de ye.
Li herêma Botanê destdirêjiya li zarokan, zêdekirina hewldanên kar û xebatên sîxurî û kontrakirinê dike.

Niha jî li pey pîlaneke din a qirêj e, ku zimanê kevnar Kurdî li Cizîriyan gav bi gav qedexe bike.

Li gorî îdîayekê, li navendeke kirîn û firotinê ya li Cizîrê hewldana qedexekirina axaftina bi Kurdî çêbûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ku bi beşdariya rayedarên dagirkeriya Tirk ev navenda kirîn û firotinê hatibû vekirin.

Ji ber helwesta Cizîriyan û Kurdistaniyan bi taybetî li ser Medya Dijîtal, xwediyê vê meseleyê paşde gav avêtin.

Lê her çiqasî paşde gav hatibe avêtin jî wê ev hewldana dagirkeriya Tirk bidome.

Jixwe li dijî gelê Kurd polîtîkayeke tund a qirkirinê bi rê ve dibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv