Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîXweza

Dewleta Tirk li gundên Efrîn bi sedan darên zeytûnan birî

 

Bajarê Kurdan Efrîn bi darên xwe yên Zeytunan tê naskirin.

Lê piştî dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîn dagirkirin dest bi jêkirina darên zeytûnan kirin.

Li gundê Cûqê ya girêdayî navenda bajara Efrîn bi sedan ji darên din ên zeytûnan hatine birîn.

Dewleta Tirk a dagirker ji Adara sala 2018’an ve li dijî Rojavayê Kurdistanê tevgereke qirkirinê birêve dibe.

Li deverên ku dagirkirine sivîlan dikuje, mal û milkên wan talan dike û kesên ji deverên din li warên wan bicih dike.

Herî dawî dewleta li gundê Cûqê ya girêdayî navenda bajara Efrîn bi sedan darên zeytunan birîn.

Her wiha bi destpêkirina demsala zeytunan re çeteyên dewleta Tirk zeytunên gel jî bi zorê ji wan digirin.

Li gorî agahiyan, kesên ku li hemberî van çeteyan derdikevin bi gefa kuştinê tên tehdîtkirin..

Ev jî hatin dîtin

14:30 Xweza Geliyê Ardil Dîlok 02.01.2023

Stêrk Tv

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv