Baregeheke mezin a dewleta Tirk l Başîka Mûsilê heye.
Berpirsê YNK’ê yê Mûsilê Xeyas Surçî diyar kir ku leşkerên Tirk ji trisa nikarin derkevin derve û vê baregeha xwe xurt dike.
Artêşa Tirk a dagirker di 2015’an de leşkerên xwe li baregeha Başiqa bicîhkirin.
Berpirsê YNK’ê li Mosilê Xeyas Surçî, ji çapemeniya Iraqê re axivî.
Xeyas Surçî, diyar kir ku li baregeha Behşîqa di navbera 600-700 leşkerên Tirk hene.
Di demên dawî de dewlet tirk ji bo parastina leşkerên xwe baregeha xwe xurt dike..
Xeyas Surçî dazanîn ku piştî êrîşê dewleta tirk, li ser başûrê Kurdistanê û bi taybet herêma Heftanînê; tirs û xov di nava leşkerên Tirk de derketiye.
Ji tirsa newrên derkevin derveyî bargehê, pêdivên xwe yên rojane jî bi helîkopran dabîn dikin.
Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê û Rojavayê Kurditanê de, dewleta tirk ji vê baregehê çeteyên DAIŞ’ê kordine dikir.
Her wiha piştî têkçuna DAIŞ’ê, dewleta Tirk ji Musil û Telehfer zêdetirî 100 çeteyên DAIŞ’ê veguhêst Tirkiyê.