Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk li şûna çareseriyê di qirrkirinê de israr kir 13.11.2020

 

Di van deman de ku şerê Dewleta tirk yê li Kurdistanê di asta herî dijwar de ye, em dixwazin bala bikişînin ser aştixwaziya kurdan.

Weke aliyê Kurdan, Rêber Apo, ji sala 1993’yan ve di her firsendê de hewl dide bi dewleta tirk re rêya diyalogê veke.

Di sala 1993, 1995 û 1998’an de agirbest ragihand.

Hem di dema pêvajoya komploya navnetewî de li Romayê û hem jî di pêvajoya Îmraliyê jî xebatên xwe yên ji bo diyalogê domand.

Lê belê Dewleta tirk tim di şer de îsar kir. Siyaseta xwe ya derve bi temamî li ser dujmunahiya kurdan ava kir.

Îro rewşa wê ya civakî û aborî li ber têkçûnê ye lê dîsa jî bi ti awayî xwe nêzê diyalogê nake.

Ji xwe di dîroka Tirkan de, kultur û karekterekî wan yê diyalogê tine, yan têkçûne û wenda kirine yan êrişkirine û dagirkirine.

Van salan jî her cara behsa diyalogê kirine, tim “teslîmbûn û poşmanî” li kurdan ferz kirine.

Dîmenên îmrali, heyet, mutabaqata dolmabahceyê, şerê dewleta tirk li dijî kurdan bila were bikaranîn…

Tevî hemû hewldanên ji bo kûrkirina şerê tirk-kurdan, Rêber Apo li Îmraliyê israra xwe ya ji bo aştiyê her tim domand.

Lê ev hewldanên wî bi qirrkirin û tecrîdê hatin bersivandin.

Rêber Apo heta dema 2002’yan jî bi awayekî îndîrek bi hikûmeta Ecevît re li ser çareseriyê diyalogê bi pêş xist.

Der barê wê demê de Rêber Apo ev nirxandin kiribû:

2002 ji hewldana me ya 1993’yan jî girîngtir bû.

Me bi nûnerê Ecevît re bi hikûmetê re diyalog bi pêş dixit.

Lê Ecevît hat tasfiyekirin.

Piştî AKP bû îqtîdar hin pîlanên Amerîkayê hebûn.

Piştî diyaloga me hat birîn ew lîstikên Amerîka û Brîtanyayê jî derketin holê.

Lîstika ku Rêber Apo behsa wî dikir tasfiyekirina Rêber Apo û Tevgera Azadiyê bû li şûna wan jî wê Barzanî û Talabanî bihatana tehkîmkirin.

Rêber Apo di sala 2003’an de ji Erdogan re banga diyalogê kir.

Di 2004’an de Pîlana Aştiyê ya ji 10 xalan pêşkêşî hikûmetê kir.

Ji bo van bang û pêşniyaran bersiva hikûmetê girankirina tecrîdê bû.

Piştre di navbera 2006 -2008’an de bi awayekî îndîrek DTP bi rayedarên dewletê re ketin nava diyalogê lê ev pêvajo bi destê dewletê hat xitimandin.

Heta serfermandarê demê yê artêşa tirk Îlker Başbug got: “Em ê heya dawiyê îmha bikin.”

Li hemberî êrişan jî Rêber Apo bang li rayedaran kir

û diyar kir ku heke çareserî tê xwestin dibê destûra bingehîn bi awayekî demokratîk were nû kirin. Hemû pêkhate bigihîjin mafê xwe.

Heta Rêber Apo ji bo formulekirina destûrê di 2009’an de Nexşerê amade kir.

Bersiva dewletê heman salê darbeya 17’ê mijdarê bû. Rêber Apo zêdetir hatibû tecrîdkirin.

Ev êriş di sala 2011’an de li gel hemû hewldanên ji bo çareseriyê jî bi ‘operasyonên KCK’ê hat bersivandin.

Wê demê dewleta tirk li dijî gerîlayên azadiya kurdistanê û gelê kurd pîlana srîlankayê xist dewrê.

Rayedaran digotin: Em ê PKK’ê di sala 2011’an de biqedînin.

Êrişa li dijî kurdan bi qirrkirina siyasî heta 2013’an dewam kir.

Pêvajoya ku piştî grevên birçîbûnê dest pê kir.

Bi deklerasyona Rêber Apo a di Newroza Amedê de derket lûtkeyê.

Pêvajo li gel hemû tahrîkên dewleta tirk jî bi keda Rêber Apo heta 2015’an dewam kir.

Di 28’ê Sibata 2015’an de Mutabaqata Dolmabahçeyî jî hat ragihandin.

Lê piştî vê mutabaqatê di serî de Erdogan dewleta tirk û hêzên komploger bi Pîlana Çokdanînê şerekî topyekûn li dijî gelê kurd da destpêkirin.

Piştî hevdîtina heyeta Îmraliyê ya di 5’ê Nîsana 2015’an de Îmrali bi tecrîdeke hêj girantir hat îzolekirin.

Ev îzolsyon di 2’yê gulana 2019’an de di encama çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û hezaran kurdistaniyan bi hevdîtina parêzeran ji bo demekê hat şikandin.

Di wê hevdîtinê de Rêber Apo diyar kir ku projeyên wî yên ji bo çareseriyê heye lê ji bo ev pêş bikeve divê dewlet gav biavêje.

Li gel hewldanên ji bo çareseriyê yên Rêber Apo jî israra dewleta tirk a qirrkirina gelê kurd dewam dike.

 

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv