DEWLETA TIRK NIRXÊN DÎROKÎ TUNE DIKE
SÛRÊN AMEDÊ VEGUHERANDIN QADA RANTÊ
Li bajarên Kurdan gelek avahiyên dîrokî di bin navê ‘restorasyonê’ de tên texrîbkirin,
An jî ji turîzmê re tên vekirin û vediguherin qada rantê.
Yek ji wan deveran jî Sûrên Amedê ne.
Sûrên ku bi hezaran salan e li ser piyan e di salên 2015-2016’an de bi qedexeya derketina derve ya li navçeyê re hatin wêran kirin
Ev Sûrên dîrokê beşek ji wan bi fermana Wezareta Çand û Turîzmê ya dewleta Tirk xebata restorasyonê hat destpêkirin.
Tê îdakirin ku wê Sûrên Amedê ji Îhaleyê re bên vekirin û di encama îhaleyê de bidin kargehên biyanî.
Welatiyan nerazibûn nîşanê xebatên rantê dan û gotin: nirxên gelê Amedê didin biyaniyan. Em vê bi tu awayî qebûl nakin. Çi ji destê me bê em ê bikin.