Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk qoriciyê li ber beşdariya tevgerê rabû kuşt

 

DEWLETA TIRK “KURDÊN XWE” JÎ DIKUJE
QORICIYÊ LI BER BEŞDARIYA TEVGERÊ RABÛ HAT KUŞTIN

Şefê rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê bixwe sersaxî xwest.

Çapemeniya wan a şerê taybet ew weke “şehîd” ragihandin.

Lê rastî derket holê, ku ji aliyê artêşa dewleta Tirk a dagirker ve hatiye kuştin.

Em behsa qoriciyê bi navê Heqî Taş dikin, ku nexwest beşdarî tevgera dagirkeriyê bibe û hat kuştin.

Li Cizîra Botan jî bûyereke bi heman rengî rûda.

Lê vê carê kamera di qeydê de bûn û ew rûyê rast ê dagirkeriya Tirk careke din li dijî “Kurdan” nîşan da.

DEWLETA TIRK “KURDÊN XWE” JÎ DIKUJE
QORICIYÊ LI BER BEŞDARIYA TEVGERÊ RABÛ HAT KUŞTIN

Çapemeniya şerê taybet a dagirkeriya Tirk 17’ê Tebaxê ragihand, ku li navçeya Wanê Ebexê qoriciyê bi navê Heqî Taş hatiye kuştin û weke “şehîd” bi nav kir.

Şefê rêjîma faşîst a AKP-MHPê Tayîp Erdogan jî sersaxî ji malbata Heqî Taş re xwest.

Lê derket holê, ku ev hewldan hemû ji bo nixumandina ser rastiyê bûn.

Şahidên bûyerê û gundiyên Pira Erdê, ku Heqî Taş jî ji wî gundî ye rastî vegotin.

Bûyer 16’ê Tebaxê qewimî.

Heqî Taş nexwestiye beşdarî tevgera dagirkeriyê ya artêşa Tirk a li Tendurekê bibe.

Ji ber ku gef lê hat xwarin ji neçarî beşdarî tevgera dagirkeriyê bû.

Li vê derê “Kurdê wê jî be” rûyê rast ê dagirkeriya Tirk li hemberî Kurdan xwe da der.

Eskerên ferman standî, pêşî li Heqî taş dan, diranên wî şikandin.

Paşê jî gulle berdan piyê wî û zikê wî.

Ji bo ev rastî dernekeve holê, bi bayê bezê cenaze hat veşartin û malbata Heqî Taş hat tehdîtkirin.

Her wiha hat ragihandin, bêyî ku otopsî li ser cenaze were kirin cenaze hatiye veşartin.

JI BO DAGIRKERIYA TIRK KURD HER KURD E!
NOTIRVANÊ LI BER POLÎSÊ TIRK RABÛYÎ BÛ HEDEFA ÊRIŞÊ

Hema bêjin bûyereke bi heman rengî li ser rêya Cizîrê û Şirnexê rûda.

Vê carê kamera di qeydê de bûn.

Dîmenê li ser ekranên we jî ji vê bûyerê ne.

Notirvanê bi navê B.B yê Kurd ji ber ku cezayê pereyan li kesên di wesaîtan de dibire, li ber polîsê Tirk ê bi navê A.U.T radibe.

Piştî vê yekê, ew polîsê Tirk êşkenceyê li notirvan dike heta ku ji ser hişê xwe diçe.

Hem bûyera li navçeya Wanê Ebex û hem jî ya li Şirnexê nîşan didin, ku dengekî herî qels jî derxînin dewleta Tirk “Kurdên xwe” jî dikuje û êşkence dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv