Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk siyasetvanê Kurd Îsa Ozer ji Ukranyayê revandiye 11.09.2020

 

RÊBAZA ÇETETIYA DEWLETA TIRK
JI UKRAYNAYÊ SIYASETVANÊ KURD ÎSA OZER REVAND

Dewleta Tirk siyasetvanê Kurd Îsa Ozer ji Ukrayna revand anî Tirkiyê, derxist pêşberî ala tirk, fotografê wî kişand û di medyayê de parve kir.

Miorv ji kîjan aliyê ve li meselê dinêre, binêre, tije sûçe, ev tevgereke Çetewarî ye.

Yek, Rêvebirên HDPê dibêjin, Isa Ozerê ku weke endamê PKKê dane nasin, ti eleqa wê bi PKKê tine, heta beriya 2 salan jî li Bazida Agiriyê bi awayeke fermî ji DBP re kar dikir.

2. Ji aliyê huquqî ve, MITa tirk bi ti awayî nikare li derveyê welêt kar bike û kesên ji edaleta wê xwe sipartine derve aciz bike.

Rejîma AKP-MHP’ê ket nava tevgeeke din ya çetewariyê û ji serokên berê yê DBP’a Bazîdê û endamê berê yê meclîsa şaredariyê Îsa Ozer revand.

Îsa Ozer ji ber dozên derbarê wî de vebûbûn, 2 salin li Ûkraynayê dijiya.

Lê belê MÎT’a Tirk ew revand Tirkiyê û AKP-MHP’ê jî ev çetetî wekî serkeftineke mezin nîşan da.

Rêveberî û medyaya Tirk Îsa Ozer wekî endamekî PKK û KCK’ê nîşan da û hewl dide bi vê çetetiyê raya giştî bixapîne.

Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî dibêje Îsa Ozer serokê berê yê partiya wan û endamê meclîsa şaredarî ya Bazîdê bû lê ji ber dozên derbarê wî de vebûbûn, 2 salin li Ûkraynayê dijiya.

Derbarê wî de ti cezayê hatiye birîn jî nîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv