Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta tirk tu carî guh neda bangên eskerên xwe yên esîr 17.02.2021

 

DEWLETA TIRK ESKERÊN XWE YÊN ÊSÎR KUŞTIN
REJÎMA FAŞÎST TU CARÎ GUH NEDA BANGÊN ESKERÊN XWE YÊN ÊSÎR

Leşker û polîsên dîlgirtî yên di encama êrişên dewleta tirk a dagirker de li Garê bi destê dewleta xwe hatin kuştin. Beriya salan ji ANF’ê re axivîbûn.

Êsîr 7’ê Hezîrana 2018’an ji ANF’ê re axivî bûn, diyar kiribûn ku şer çareserî nîne, dewlet wan ji nedîtî ve tê û jiyana wan dixe metirsiyê. Wiha axivî bûn:

Eskerê bi navê Sedat Sorgun dema li Girtîgeha Tîpa F a Wanê leşkerî dikir, di 13’ê tebaxa 2015’an de êsîr hatibû girtin, goribû:

Heta niha kesek li me negeriya, kesî li me nepirsî. Partiyên mûxalefetê, hikumet û artêş heta niha li me negeriya, kes xwedî li me derneket.

Umit Gincir 21’ê Îlona 2016’an li cihekî navbera Colemêrg-Çelê êsîr hatibû girtin, digot:

Em dixwazin tiştek ji bo me bê kirin. Em li bendê ne ku siyasî, saziyên civakî yên sivîl û rayedarên dewletê êdî ji bo me tiştekî bikin.

Semîh Ozbey 17’ê Îlona 2015’an dema ji Dersimê ji bo betlaneyê diçû Meletiyê êsîr hatibû girtin, digot:

Em ji her kesî li hêviya alîkariyê ne. Sê sal in li vir im. Nizanim bê kes ji bo me hewl dide, lê çi ji destê kê tê em li bendê ne ku bikin. Bila ji bo me têbikoşin.

Adil Kabakli li Dersîmê hatibû êsîr girtin, digot; Heta niha ji bo me tiştek nehatiye kirin. AKP, CHP, kîjan partiya siyasî dibe bila bibe, em ji vir bang li hemûyan dikin. Çima ji bo me tiştek nayê kirin?

Muslum Altintaş jî li Dersîmê êsîr hatibû girtin, digot; Ewqas parlamenter, siyasetmedar hene, lê ji bo me tiştekînakin. Bila hikumet jî êdî ji bo me tiştekî bike.

Mevlut Kahvecî li ser rêya Çelê Colemêrgê êsîr hat girtin, digot; Me hewldanek ji bo xwe nedît, dengekî ji bo me nebihîst.

Sedat Yabalak li ser rêya Amed Licê êsîr hat girtin, digot; Ji vê derê bang li rayedarên dewletê dikim. Bila ji bo me êdî tiştekî bikin. Me heta niha nebihîstiye ku ji bo me tiştek kirine.

Suleyman Sungur li ser rêya Amed Licê êsîr hat girtin, digot; Em ji hemû partiyên siyasî tiştekî hêvî dikin. Gelek cejn derbas bûn, haya me ji dê û bavê me nîne. Bila me ji nedîtî ve neyên, em li benda wan in.

Huseyîn Sari dema ji Qersê diçû Gurgumê li ser rê êsîr hat digirtin digot; Me heta niha nebihîstiye ku partiyeke siyasî daxwaza berdana me kiriye.

Li gel ku êsîran dixwest ku bi hewldaneke siyasî werin teslîmkirin jî lê tercîhan rejîma tirk bi bombe û gazê qetilkirina wan bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv