Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk wekî kujerên din ên Kurdan, kujerên Ugur Kaymaz û bavê wî jî berat kir 21.11.2020

 

Zarokê Kurd Ugur Kaymaz dema ji aliyê hêzên tirk ve hat gulebaran kirin, 12 salî bû.

Tam 13 gule li bedena wî ya cîwan dabûn. Bi wî re herwiha bavê wî jî kuştibûn û bi sextekarî çekek jî dabûn kêleka wan, sûsa şerekî çekdarî dabûn terora xwe.

Piştî 16 salan, diya Ugur Kaymaz bi wesîleya salvegera vê cînayetê dîsa daxwaza edeletê kir.

SALVEGERA KUŞTINA UGUR KAYMAZ Û BAVÊ WÎ
DEWLETA TIRK WEKÎ KUJERÊN DIN ÊN KURDAN, KUJERÊN UGUR JÎ BERAT KIRIN

Beriya 16 salan, wekî îro hêzên Tirk 13 gule berdan bedana Ugur Kaymaz ê 12 salî.

Tevî bavî wî Ahmet Kaymaz kuştin, çek danîn kêleka wan û ew wekî terorîst servîs kirin.

Lê belê çapemeniya azad di nava çend deqeyan de ev lîstika hêzên Tirk xera kir.

Bi nûçe û belgeyan kujeriya hêzên Tirk raxist ber çavan.

Di ser wê komkujiyê re 16 sal derbas bûn.

Dewleta Tirk wekî kujerên din ên Kurdan, kujerên Ugur û bavê wî AHmet Kaymaz jî parastin.

Bi destê dadgeriya mêtinger, kujer berat kirin.

Tevî ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê TIrkiye mehkûm kir, lê dîsa jî daxwaza ji nû ve darizîn nehat pejirandin.

Di ser de dagirkerê şaredariya Peykerê Ugur Kaymaz hilweşand û navê wî ji Qoserê rakir.

PARÊZERÊ MALBATA KAYMAZ ERDAL KUZU: EGER KUJERÊN UGUR BIHATANA CEZAKIRIN, WÊ ZAROKÊN DIN NEHATINA KUŞTIN

Parêzerê malbatê bi bîr xist ku Ugur Kaymaz bûye sembolê zarokên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine kuştin û got:

Tirkiye bûye welatê zarokên tên kuştin. Tevî belgeyan jî, kujer nayên cezakirin.

Ev yek jî rê li ber kuştinên nû vedike. Eger kujerên Ugur Kaymaz bihatane cezakirin, wê Kemal Kurkut û gelek kesên din nehatana kuştin.

DAYIKA UGUR KAYMAZ MAKBULE KAYMAZ: EZ DIXWAZIM KUJERÊN KUR Û HEVJÎNÊ MIN BÊN CEZAKIRIN

Dayika Ûgur Kaymaz Makbule Kaymaz jî, bi wesîleya salvegerê axivî û bi van gotinan hestên xwe anîn ziman:

Makbule Kaymaz hêrsa xwe jî wiha anî ziman:

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv