Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Jîngeh Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk xweza û şûnewarên dîrokî wêran dike

 

Li qontarên çiyayên cûdiyê ji bo baregehên leşkerî bêne berfereh kirin bi sedan ton dar hatin birîn.

Midûriyeta Daristanan a Şirnexê jî ev yek piştrast kir.

Li aliyê dinê ji ber bilindbûna bendava Ilisuyê jî goman heye ku perestgeha dîrokî a li Kerboranê dibin avê de bimîne.

Kongra Civaka Demokratîk jî bi daxuyaniyek bal kişand ser çêkirina projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlan û got

Bi vî awayî tê xwestin ku erdnîgariya Kurdistanê bê mirov û xweza bê hiştin

LI HERÊMA ÇIYAYÊ CÛDÎ GELEK DAR HATIN BIRÎN

Cerdevanên dewleta Tirk darên quntarên çiyayê Cudî birîn.

Li gorî agahiyan nêzî du meh in cerdevan daran dibirin.

Heta niha 100 ton dar li derdora Gundikê Remo, Gilindor û Nêv-avayê hatine birîn.

Derket holê ku darên ku tên birîn jî tona wan bi 360 lireyên Tirk tên firotin.

Ji vane 11-12 ton dar li qamyonan hatine barkirin û wan birine navçeya Serêkaniyê û Semsûrê.

Ajansa Mezopotamya ji bo birîna daran bi rêya telefonê xwe gihand midûriyeta Daristanan a Şirnexê.

Midûriyeta Daristanan a Bajêr li xwe mukur hat ku dar ji bo qada qaleqolan berfirehtir bibe tên birîn.

DÎROKA 12 HEZAR SALÎ WÊ BIBE QURBANA BENDAVA ILISUYÊ
BENDAVA HESKÎF DI BIN AVÊ DE HÊLA NIHA WÊ PERESTGEHÊ JÎ DI BIN AVÊ DE BIHÊLE

Li derdora Batman û Mêrdînê 199 gund û gundik bun qurbana bedanava Ilisuyê.

Ji ber bilindbûna bendava Ilisuyê goman heye ku perestgeha dîrokî a li Kerboranê dibin avê de bimîne.

Welatiyên gundên derdorê ragihandin hem gundên wan hem jî devera dîrokî bi rîska bendavê re ru bi rune.

Bendava Ilisuyê, Heskîfa dîrokî dibin avê de hişt û wê îro bi merasîmekî bi beşdariya serokê AKP’ê Erdogan bê vekirin.

KCD: DIXWAZIN ERDNÎGARIYA KURDISTANÊ BÊ MIROV BIHÊLIN

Li aliyê dinê dewleta Tirk li Gelizyê Zîlanê jî di xwaze projeya HES’ê bike meriyetê.

Kongra Civaka Demokratîk-KCD’ê bi daxuyaniyek bal kişand ser çêkirina projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlan û got:

Heskîfa ku di bin avê de hatî hiştin û plankirina çêkirina HESê ya li ser çemê Munzurê aşkere xwiya dike ku li hemberî erdnîgariya Kurdistanê operasyonek bîrê tê kirin. Tê xwestin ku qetlîama ekolojiyê jî li qetlîamên beriya niha ên li hemberî civakê hatin kirin bê zêde kirin. Bi vî awayî tê xwestin ku erdnîgariya Kurdistanê bê mirov û xweza bê hiştin.

KCD’ê bang li Raya Giştî, gelê Kurd, Partiyên Siyasî, Rêxistinên Saziyên Sivîl, Jin û Tevgerên Ekolojiyê kir ku li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê bibin xwedî helwest.

Ev jî hatin dîtin

Lîstikvanên Dibistana Pilingên Taekwando: Jin bi îradeya xwe dikarin ew dîwarê ku civak çêkiriye bişkînin 30.09.2020

Stêrk Tv

Şervana YPJ’ê ya Ereb: Xwedî li azadiyê derkevin 30.09.2020

Stêrk Tv

Li Amedê terora dewleta Tirk: Gelek kes hatin destgîrkirin -Nû BÛ 30.09.2020

Stêrk Tv

Tûrgût ê ji helîkopterê hate avêtin jiyana xwe ji dest da 30.09.2020

Stêrk Tv

Rojnamevan Çinar Goktaş ji Heftanînê rewşa dawî ragihand 29.09.2020

Stêrk Tv

Koma Agirî bi stran û klîba “Şewqa Rojê” pêngava `Dem Dema Azadiyê ye` silav dike 29.09.2020

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!