TALANKIRINA XWEZAYA COLEMERGÊ
COLEMERGÎ LI DIJÎ TALANKIRINÊ BI ECIZ Û HÊRS IN
Dewleta Tirk wekî gelek deverên Kurdistanê, bi armanca leşkerî û aborî xwezaya Colemergê jî, talan dike.
Gelê Colemergê li dijî talankirin xwezayê nerazî ne.
Colemerg jî wekî piraniya bajarên Kurdistanê, xwedî xwezayeke xweş û balkêş e.
Di heman demê de jî xwedî dewlemendiya binerdê ye.
Dewleta Tirk wekî herêmên din ên Kurdistanê, Colemêrgê jî bi armanca leşkerî û aborî talan dike.
Dixwaze vê xwezaya xweşik xera bike.
Dewleta Tirk di demên dawî de bi navê lêgerîna petrol û madenê, berê xwe daye Colemêrgê.
Di vê çarçoveyê de herêmên Colemêrgê yên weke Golê Satê ya di navbera Rûbarok û Geverê, çiyayê Govendê, gundên Korgan, Kotranîs û Zozanê Nebîrnavî derxistin îhaleyê.
Lê gelê Colemêrgê vê hewldanê weke talankirina xwezaya xwe dibîne û li dijî derdikeve.
Xwediyê otela Şengelerê Îsmet Çîftçî nerazîbûn nîşan da û got: Ew deverên derxistine îhaleyê cihên tûrîstik in. Her tim tûrîst tên û bi saya wan, otel û esnafên Colemergê dikarin ser piyan bisekinin.
Çîftçî anî ziman ku bi hatina makîneyên lêgerîna petrol û madenê, wê zirar bigîhê erdnîgarî, çem û zozanan û xwest dawî hewldanên talankirina xwezayê were anîn.
Ji aktîvîstên xwezayê Esat Kiliç jî, lêgerîna madenê weke talankirina xwezayê dibîne û dibêje:” Em naxwazin xwezaya me were xerakirin.”
Mudurê Otela Starê Arafat Ozdemîr jî diyar kir ku wê bi lêgerîna petrol û madenê, xwezaya Coemêrgê xera bibe û wê ji aliyê aborî ve jî zirarê bide esnafên herêmê.
Tûrîstê Kanadayî yê çûye herêmê Nadîm Rafael Mekkî jî dibêje di çarçoveya tûra cîhanê de hatiye û heyranê herêmê maye.
Mekkî got: “Em ji bo vê xwazeyê tên vê derê. Dema ev xweza were tinekirin, tûrîst çima werin vir? Divê hawîrdorparêz ji bo parastina xwezayê bikevin nava tevgerê.”