Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk li Rojava êrîşî sivîlan dike

 

ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK LI DIJÎ ROJAVA

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî sivîlan didomîne.

Artêşa Tirk gundewarên navçeya Zirganê ya Serêkaniyê topbarankirin.

Di êrişê de 4 sivîl birîndar bûn.

Di heman demê de êriş li ser Şerawa û Til Temirê jî hebûn.

Di êrişa li gundê Eboş a girêdayî Til Temirê de 2 eskerên rejîma Sûriyê jiyana xwe ji dest da.

Dewleta tirk a dagiriker êrişê xew li ser bakur û rojhilatê Sûriyê berfirehtir kirine.

Di van êrişan de bi taybet sivîl tên hedef girtin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, şevê din gundewarên navçeya Serêkaniyê Zirganê bi dijwarî topbarankirin.

Hat ragihandin, ku bi dehan top li ser gundewarên Zirganê hatine bikaranîn.

Di encama vê topbaranê de 4 sivîl birîndar bûn.

Navên sivîlên birîndarbûyî wiha ne:

Mihemned Xidir Sayil, Heysem Yusif Wezzo, Cazîye Elî Xirxir û Yasîn Remadan Remedan.

Artêşa Tirk a dagirker îro danê sibê jî derdora gundê Bêne û Aqibê yên girêdayî navçeya Şerawa topbaran kirin.

Derbarê vê êrişê de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Li Til Temirê jî îro danê sibê êrişekê rû da.

Çeteyên dewleta Tirk benda kontrolê ya Eboş a girêdayî Til Temirê kirin topbaran kirin.

Di encamê de 2 leşkerên rejîma Sûriyê hatin kuştin û 5 birîndar bûn.

Hejayî gotinê ye, dewleta Tirk a dagirker di van rojên dawiyê de êrişên xwe li bakur û rojhilatê Sûriyê berfirehtir kirine.

Hema bêje rojane artêşa Tirk û çeteyên wê êrişan pêk tînin.

Di navê vê heftiyê de êriş li gundewarên Şera, Eyn Îsa û Minbicê jî hebûn.

Li gel êrişan û topbaranê, dewleta Tirk a dagirker şerê taybet jî li ser gelê bakur û rojhilatê Sûriyê dimeşîne.

Di vê dema vîrûsa corona li cîhane belav dibe, û herî zêde pêwîstî bi avê heyê, dewleta Tirk avê qut dike, û jiyana bi sed hezaran mirov dike bin metirsiyeke pir mezin de.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv