TEVGERA DAGIRKIRINA GARÊ
DI BIN BOMBERDIMANA DIJWAR DE GERÎLA DERBÊN GIRAN LI ARTÊŞA TIRK DIXE
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Garê û berxwedana gerîla ya li hemberî vê yekê eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyê:
Artêşa Tirk a dagirker a nekarî ji bejahî û hewayê pêş bikeve, tenê 12’ê Sibatê li dijî qadên Siyanê, Ergenê, sîlsîleya Çiyayê Garê, quntarên Girê Reşîd, Girê Xêrê, gundê Yekmalê, Deşta Kafya, Deriyê Hirçê 18 caran bi balafirên şer bombekirin.
11’ê Sibatê hêzên gerîla li dijî dagirkeran du çalakiyên êrişê li darxistin û wê paşê encamên berfireh werin ragihandin.
12’ê Sibatê serê sibê hêzên dagirker xwestin bi helîkopteran dakevin qada Siyanê.
Gerîlayan bersiv dan û ji nêz ve derb li helîkopteran dan.
Helîkopterên derb xwarî, ji qadê vekişiyan.
TEVGERA DAGIRKIRINA GARÊ
HPG: 7 CARAN XWESTIN BI HELÎKOPTERAN DAKEVIN SIYANÊ, GERÎLA NEHIŞT
Dîsa êvara 12’ê Sibatê dagirkerên xwestin ber bi xeta Siyanê û Çêlka ve bi pêş bikevin, bûn hedefa hêzên gerîla.
Li vir dagirkerek hat kuştin û yên mayî jî reviyan.
12’ê Sibatê saet 10’ê şevê dagirkeran xwest bi 7 helîkopteran dakevin qada Siyanê.
TEVGERA DAGIRKIRINA GARÊ
HPG: HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ YÊN ŞEHÎD DELAL 2 CARAN LI ARTÊŞA TIRK DAN
Hêzên gerîla bersiv dan û helîkopter ji qadê dûrketin.
12 û 13’ê Sibatê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal du caran ji hewayî ve li dagirkeran dan.
Çalakî bi awayekî serketî pêk hatin.
Artêşa dagirker kuştî û birîndar dan, lê hejmara wan nehat zelalkirin.
TEVGERA DAGIRKIRINA GARÊ
HPG: GERÎLA BI HÊRSA KOMPLOYÊ DERBLÊXISTINA LI DAGIRKERAN DIDOMÎNE
Di dawiya daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin:
Tevî êrişên zêde yên hewayî, teknîka şer, keşif û livûtevgera balafirên şer a bênavber, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi îrade û biryardariyeke mezin şer dikin, bi hêrsa komploya 15’ê Sibatê afirandî, derblêxistina bi bandor a li dagirkeran didomînin.