Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di Civîna Foruma Cîvakî ya Cîhanê de Melîka Yaşar: Pergala Kapîtalîst dixwaze bi riya Coronayê kontrola cîhanê bike

 

Foruma Cîvakî ya Cîhanê ku wekî foruma xizanan jî dikare bê pênasekirin, didome.

Ji ber qedexeyên koronayê wekî gelek bernameyên din, forûma îsal jî li ser înternetê tê lidarxistin.

Ji gelek aliyên cîhanê tevgerên alternatêf ên civakî tevlî vê forûmê dibin.

Li ser navê Kurdan jî Kongreya Star, Tevgera Jinên Kurd û KNK tevlî vê bernameyê dibe.

Forûma Civakî ya Cîhanê ku wê li Meksîkayê bihatana lidarxistin, îsal onlîne pêk tê.

Ji seranserê cîhanê partiyên siyasî, tevgerên jin, ciwanan û ekolojiyê di forûmê de tên temsîlkirin.

Ligel van, hin kesên navdar jî îsal tevlî bernameyên forûmê dibin.

Çend ji van kesên beşdar ev in:

Wezîra berê ya Malî Amînata Dramane Traore, Wezîrê berê yê Brezîlyayê Lûîz Înacîo Lûla da Sîlva, Endamê Platforma Pêşverû ya Navneteweyî û wezîrê berê yê Yewnanistanê Yanîs Varoûfakîs, aktîvîsta alternatîf a gerdûnî ya Hindistanê Ashîsh Kotharî.

Wezîrê Maliyê yê berê yê Yewnanistanê Yanîs Varoûfakîs di axaftina xwe de ligel jinên cîhanê têkoşîna jinên kurd jî silav kir û pêdiviya şerê bi kapîtalîzmê re îfade kir.

Varûfakîs got, sîstem dixwaze kontroleke berfireh li ser aborî û civakê pêk bîne û lewma jî divê ew çalakiyên hîn xurtir li dijî sîstema global a cîhanê li dar bixin.

Nûnera Tevgera Jinên Kurd Melîke Yaşar jî di axaftina xwe de li ser heman mijarê sekinî û got; sîstem dixwaze bi riya şewbê mekanîzmayên kontrolê li ser civakê ferz bike.

Melîke Yaşar bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û axaftina xwe wiha dom kir:

Gelek dewlet û sîsteman bi bikaranîna DAÎŞ’ê xwestin mekanîzmayên kontrolê ava bikin. Bi qanûnên antî terorê re xwestin pêvajoyê bi kêrî xwe bi kar bînin.”

Di daxiya axaftina xwe de Melîke Yaşar projeya tevgera Kurd “Konfederasyona Gelan” wekî modeleke çareseriyê pêşkêşî beşdarên forûmê kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv