DAXUYANIYA MESUD BARZANÎ
LI ŞÛNA DIYALOGÊ ARGUMANTÊN BERÊ DUBARE KIR
Piştî bangawaziya KCK’ê ya ji bo diyalogê û pêşî lê girtina şer, Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bersiv da.
Li gel daxwaza raya giştî ya Kurdî ji bo diyalogê jî, di bersiva Mesûd Barzanî de diyaloga di navbera aliyan de tune bû.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan di bernameya taybet a televîzyona me de der barê gavên bi xeter ên PDK’ê li dijî qadên gerîla bang li serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kiribû.
Der barê mijara navborî de Mesûd Barzanî daxuyanî da.
Mesud Barzanî di daxuyaniya xwe de behsa rewşa piştî DAIŞ’ê ya li başûr kir û îdia kir ku PKK li van herêman weke alternatîfa hikûmeta herêmê tevdigere.
Barzanî di daxuyaniya xwe de behsa berxwedana gerîla ya li dijî DAIŞ’ê û dagirkeriya tirk nekir û xwest PKK ji herêmê derkeve.
Daxuyaniya Mesud Barzanî li gel bangên ji bo diyalogê ku ji aliyê raya giştî ya kurd hatibû dayîn nebû bersiv.