Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di encama çalakiyên gerîlayan de 11 eskerên Dewleta Tirk hatin kuştin

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li Çarçella, Çelê û Bestayê çalakî hatine lidarxistn. Di encamê de serpelek û 11 leşker hatin cezakirin, wesayitek û kozikek hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên wan ji bo silavkirina Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyên xurt kirine.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên me 18’ê Tîrmehê saet di 08:40’î de li herêma Zagrosê li dijî wesayiteke artêşa TC a dagirker ku ji qada Çarçella ber bi navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ve diçû, li nêzî qereqola Gemanê çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de wesayita dijmin îmha bû, tevî serpelek û kontrayekî bi giştî 7 leşkerên dijmin hatin cezakirin, leşkerek jî birîndar bû. Hêzên dagirker piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonê kirin û leşkerên xwe yên mirî û birîndar tevî enqaza wesayitê ji herêmê rakirin.

Di 19’ê Tîrmehê de saet 17:30’î hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şehîd Rêber ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê, çalakiyek lidarxistin. Di vê çalakiyê de derbên xurt li kozik û stargehên dijmin hatin xistin. Di encamê de kozikek hate îmhakirin, 2 leşker hatin cezakirin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de 19’ê Tîrmehê saet di 17:40’î li qada Şehrîban a herêma Bestayê ya Şirnexê, li dijî artêşa TC a dagirker a li mintiqeya Eyşedinkê hin çalakiyên sûîqestê kirin. Di encamê de 2 leşker hatin cezakirin. Ev çalakî ji bo silavkirina Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê hate lidarxistin.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êrişên hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

18’ê Tîrmehê saet di 22:50’î de balafirên şer bombe li derdora gundê Gire yê herêma Garê barandin.

19’ê Tîrmehê balafirên şer saet di 00:15’an de qada Mervanis a herêma Avaşînê û saet di 01:30’î de jî qada Kunişka ya herêma Zapê bombe kirin.

20’ê Tîrmehê balafirên şer saet di 00:30’î de qada Geliyê Basya yê herêma Avaşînê, saet di 18:00 de jî qada Kurojaro yê herêma Zapê bombe kirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv