REJÎMA ÎRANÊ ÊRIŞÎ KOLBERAN KIR
DI ENCAMA ÊRIŞA REJÎMÊ DE KOLBEREK BIRÎNDAR BÛ
Êrişên hêzên rejîma Îranê yên li ser kolberan dewam dike.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê;
Hêzên rejîmê li herêma Zelê li bi bajarê Serdeştê a bi ser parêzgeha Urmiyê bi awayek rasterast gule berdan ser komek kolber.
Kolbernewsê da zanîn ku di encama êrişê de kolberê bi navê Aware Fetihî yê xelkê gundê Alî Mira bi giranî birîndar bûye.
Aware ji bo tedawiyê derbasî Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.