LI BEXDAYÊ ÊRIŞÊN XWEKUJIYÊ
DI ENCAMA SÊ TEQÎNAN DE KUŞTÎ Û BIRÎNDAR HENE
Li paytexta Iraq Bexdayê sê teqîn pêk hatin.
Bi dehan kuştî û birîndar hene.
Li gor daxuyaniya fermandariya operasyonan yê Bexdayê, ev êrîşên xwekujiyê ne û êriş îro saet di 11 û nîvê de li qada balafirgehê çêbûye.
Berdevkê Artêşa Iraqê Yehya Resul jî diyar kir ku herdu êrîşkaran dema ku hêzên ewlehiyê ew dişopandin û dixwestin wan bigirin, xwe teqandine.
Lê hîn ne diyare bê ka êriş ji aliyê kî ve hatiye lidarxistin.
Di encama teqînan de bi dehan kuştî û birîndar hene.