Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Bamernê di êrîşa balefirên Dewleta Tirk de yek jê pêşmerge 2 kes şehîd bûn

 

Balafirên şer ên dewleta Tirk, li herêma Bamernê ya Amêdiyê 2 wesayîtên sivîl bombebaran kir.

Di bombebaranê de pêşmergeyek û welatiyek sivîl şehîd bûn.

Balefirên dewleta Tirk a dagirker, doh êvarê derdora bajaroka Amêdiyê ya Dihokê bombebaran kirin.

Di bombardûmanê de balafirên dewleta tirk herêma gundê Hesenpîrkê kir armanc.

Balafiran 2 wesayîtên sivîl li ser rêye di navbera gundê Hesenpîrkê û Xelpîş de hedef girtin.

Di encama êrişê de 2 kes şehîd bûn.

Yek ji kesên şehîd bû Dilovan Şahîn Omer Keşanî ye û ji eşîreta Gulî ye.

Yê din jî pêşmergeyê bi navê Abdullah Ehmed Ebdula ye û ji eşîra Doskî ye.

Tê gotin pêşmergeyê PDK’ê Abdula Ehmde ji hêzên zêrevanî ye.

Li gori çavkanî ragihandine pêşmerge Abdula Ehmed ji gundê Bendî yê bajaroka Mangêşkê ye.

Li aliyê din wekî buyerên berê medya, PDK’ê dîsa tavilê ragihand ku ev wesaît yên PKK’ê bûne.

Bi vî awayî jî ser rastiyan vedişêrin û xizmetê ji pîlanên dewleta Tirk re dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv