Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li gundên Dêrikê de 2 sivîl şehîd bûn 21.10.2020

 

Doh jî artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer ên bê mirov, êrişî gundewarên bajarê Dêrikê kir..

Di encamê de 2 sivîl şehîd bûn..

Xelkê Qamişlo li dijî van êrîşan daketin qadan û bi meşeke êrîşa dewleta tirk a dagirker sermezar kirin.

Herêmên Qendîl û Xakurkê jî di hedefa dewleta Tirk a dagirker de bûn.

ÊRÎŞ Û DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK A LI ROJAVA
DI ÊRÎŞA LI GUNDÊN DÊRIKÊ DE 2 SIVÎL ŞEHÎD BÛN

20’ê Cotmehê ji saetên sibê ve tevgereke zêde ya balafiran li ser herema Dêrikê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê hebû.

Dewleta Tirk a dagirker, di saetên berêvarkî de jî bi balafirên bê mirov ên çekbarkirî êrişî gundên Mezrê û Dêrika-Beravê ya Dêrikê kirin.

Li gorî daxuyaniya Asayîşa Bakur-Rojhilatê Sûriyê di bombardûmanê de 2 sivîl şehîd bûn.

DI ÊRÎŞA DEWLETA TIRK DE 2 SIVÎL ŞEHÎD BÛN
XELKÊ QAMIŞLO LI DIJÎ ÊRÎŞÊ DAKETIN KOLANAN

Piştî buyerê xelkê Qamişlo daketin qadan û bi meşeke girseyî êrîşa dewleta Tirk şermezar kirin.

Xelk ji çerxerêya Şehîd Rûbar heta çerxerêya Osman Sebrî meşiyan.
Di meşê de, xelkê bi sloganan êrîşa dewleta tirk a dagirker şermezar kirin.
Yek jî ji ciwanê Qamişlo bi van gotinan hêrsa xwe ya li dijî dewleta tirk anî ziman.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv