XWEPÊŞANDANÊN LI DIJÎ DESTHILATDARIYA BAŞÛR
DI ÊRÎŞÊN HÊZÊN PDK’Ê DE 2 CIWAN HATIN KÛŞTIN, 26 KES BIRÎNDAR BÛN
Ev demeke Xelkê başurê Kurdistanê ji ber nebûna kar, xizmetguzarî û nedana mûçeyan li dijî desthilatdariyê li qadan e.
Ev nerazîbûn li gelek bajar û navçeyên başurê kurdsitanê belav bûye.
Li navça Seyîdsadiq û Teqteq a Silêmanî bi sedan welatî daketin kolanan û dest bi xwepêşandanan kirin.
Welatiyan destpêkê rêya sereke ya Silêmanî-Helebce li trafîkê girtin.
Piştî girtina rê çalakvanan berê xwe dan avahiya PDK’ê ya Seyîdsadiq.
Hêzên PDK’ê ji bo dûrxistina xwepêşanderan, gel gulebarankirin.
Û di encamê de zarokek birîndar bû.
Çalakvanan piştî birîndarbûna zarok, avahiya PDK, YNK, Yekgirtû û Komeleya Îslamî dan ber agir.
Li navçeyên Çemçemal û Ranyayê jî xwepêşandan hebû.
Di êrîşa hêzên PDK’ê ya li Ranyayê, nêzî 20 xwepêşandêr birîndar bûn, 20 kes jî hatin binçavkirin.
Çalakvanan li Çemçemal jî bend danîn ser rêya sereke ya Silêmaniye-Kerkûkê.
Hêzên ewlehiyê ji bo belavkirina xwepêşandêran bi guleyan êrîş kirin.
Di êrîşa hêzên PDK’ê de, li navçeya Çemçemal ciwanê 16 salî Adem Yehya hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Hat gotin ku Adem Yehya ji aliyê parêzvanên Şaxa 19’an a PDK’ê ve hatiye kuştin.
Li herdu navçeyan jî xwepêşandan didome û alozî berdewame.
Xelkê bajaroka Kifrî ya Germiyanê jî daketin qadan.
Xwepêşandêran baregeha YNK’ê ya bajarokê şewitandin û xwestin baregeha PDK’ê jî bişewitênên.
Lê hêzên PDK’ê xwepêşandêran gulebarankirin û di encamê de ciwanê bi navê Ako Selman ê 17 jiyana xwe ji dest da.
Ciwanên navçeya Piremegron û bajaroka Şarezorê jî, li qadan bun.
Di xwepêşandanê de 3 kes birîndar bûn.
Xelkê herêma Helebceyê jî li qadan bun.
Xelkê herêma Behdinanê jî li dijî desthilatdariyê ldaketin.
Bi sedan ciwan tevlî xwepêşadana Zaxoyê bûn.