Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di hefteyekê şerê li Qerabaxê bi sedan kes hatin kuştin

 

Şerê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê her diçe ji kontrolê derdikeve..

Ji daxuyaniyên her du aliyan ji niha ve diyar dibe bi sedan kesî jiyana xwe ji dest daye.

Dewleta Tirk a wekî gur li benda van rojên rewşa aloz bû, bi desteka xwe Azeriyan şerê li herêmê sor dike.

Û ji bo şikestina artêşa Ermenî çi ji dest tê dike.

Di vê navberê de heta niha tu kesî guh nadeye bangên ji bo agirbestê.

Ev hefteyeke dengê tank û topan ji sînorên çiyayî yên Ermenîstan û Azerbaycanê kêm nabe.

Şev û roj kozik, gund û bajarokên li her du aliyên sînor tên bombebarankirin û ligel leşkeran ziyaneke mezin digihîje sivîlan.

Li gorî agahiyên pêbawer, heta niha herî kêm 230 kes di vî şerê bê eman de hatin kuştin.

Rêvebiriya herêma xweser a Nagorno-Qarabaxê ragihand, bi kuştina 51 leşkerên din tevahiya windahiyên wan hilkişiya 198’an.

Rêvebiriya Azerbaycanê di derbarê windahiyên leşkerî de agahiyên parve nake û tenê qala kuştina sivilan dike.

Rêvebiriya Bakuyê da xuyakirin, di encama bombebaranê de 19 sivîlên azerî hatin kuştin.

Herwiha, Baku radigihîne artêşa azerî 7 gundên din ji destê ermeniyan derxistine.

Lê ev agahî ji aliyê çavkaniyên bêalî nehatine piştrastkirin.

Hukumeta Azerbaycanê di daxuyaniyên xwe de pesnê desteka Tirkiyeyê dide.

Serokomarê Azerbaycanê Haydar Alîyev got, bi saya bikaranîna dronên çekbarkirî yên Tirkiyeyê windahiyên wan kêm bûne.

Herwiha Alîyev, ji civaka navneteweyî daxwaz kir Tirkiyeyê jî tevlî proseya aştiyê ya ji bo çareserkirina mijara Nagorno-Karabagê bike.

Lê helbet li cîhanê herkes dizane ciyê dewleta tirk lê hebe ne aramî û ne jî aştî pêk tê.

Serokê berê yê Fransayê Fransûva Holland ji ber rola wê ya xeternak li Derya Spî û Qafqasan rexneyên giran li rêvebiriya Enqereyê kir.

Di vê navberê de, Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Fransa careke din banga agirbesta bê şert û merc li aliyan kirin.

Wezîrên karên derve yên her sê aliyan di daxuyaniya xwe ya hevpar de bal kişandin ser xerabûna îstikrara li herêmê û ji ber kuştina sivîlan rêvebiriyên Azerbaycan û Ermenîstanê şermezar kirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv