Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di Komkujiya Parîsê de şopa Gladioyê 07.01.2021

 

DI KOMKUJIYA PARÎSÊ DE ŞOPA GLADIOYÊ
RÊBER APO: KOMKUJÎ DEWAMA KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ YE

Dema ku li Parîsê komkujî pêk hat û sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, li girava Îmraliyê jî heyeta Dewletê û Rêber Apo hevdîtin dikirin.

Tam jî di wê demê de agahiya komkujiyê gihîşt û Rêber Apo ev komkujî wekî provokasyona têkbirina hevdîtinên li Îmraliyê pênase kir.

Ji ber ku ev ne ya destpêkê bû.

Beriya wê jî her ku Rêber Apo û Dewleta Tirk dest bi hevdîtinan dikirin komkujî an jî sûîqest pêk dihatin.

Di dema Turgut Ozal de jî wiha bû.

Û Rêber Apo qetilkirina Sakîne Cansiz wekî darbeya 9’ê Çileyê bi nav kir û got bi vê yekê re peyamek dan PKK’ê.

Rêber Apo di hevdîtinên 2013’an de bal kişandibû ser rola Gladio ya komkujiya Parîsê.

Rêber Apo got;ev komkujî ji aliyê Gladio ve hat kirin.

Washingtonê di ser CIA û Gladioyê re komkujî pêk anî.

Ji bo vê yekê jî Rêber Apo gotibû kuştina Sakîne Cansiz komploya duyemîn e.

Rêber Apo derketina xwe ya ji Sûrî jî wekî operasyoneke Gladio-NATO pênase dikir.

Li gorî wî her tim di nava Dewletê de aliyek Gladio û aliyek din ê nêzî çareseriyê hebû.

Ji bo vê yekê jî her tim qala mekanîka darbeyê dike.

Rêber Apo tîne ziman ji roja ku Dewleta Tirk ketiye NATO’yê û pê ve, bûyerên siyasî, civakî heta komploya navnetewî bi xeta NATO-Gladio re têkildar e.

Eger ew pêvajo baş neyê analîzkirin wê ti kes nikaribe bûyerên girîng fêm bike.

Rêber Apo di kuştina serokwezîrê Swêdê Olof Palme de jî rola Gladio destnîşan kiribû û ew bûyer jî veşartî ma.

Ew hêza ku Rêber Apo qala wê dike ango Gladio hêzeke veşartî ya di nava NATO’yê de ye.

Eger ne ev hêz ba kê dikarîbû li nava Parîsê komkujiyek wiha kiriba.

Erê raste bi destê Dewleta Tirk hat kirin, lê di bin çavdêrî û kontrola Gladio de pêk hat.

Mirov nikare tenê bêje Dewleta Tirk komkujî kir û xelas.

Bêguman di vir de rola Fransayê jî heye.

Fransa jî şirîkê vê komkujiyê ye. Heta ku Fransa vê yekê eşkere neke wê ew jî wekî Dewleta Tirk sûcdar be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv