Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçe JinNûçeyên Dawî

Di meha Tebaxê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê-50 jin hatin kuştin

 

Li gorî daneyên Platfroma “Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin” di meha Tebaxê de li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê 50 jin hatine kuştin.

Di paporê de tê gotin ku

27 jin ji aliyê mêran û 23 jin jî bi şêweyek bi guman hatine kuştin.

Platfroma “Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin” her mehê bîlançoya kuştin û tundiya li ser jinan parve dike.

Li gorî daneyên platformê di meha meha Tebaxê de bi giştî 50 jin hatine kuştin,

Ji van 27 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 23 jin jî bi şêweyek bi guman mirî hatine dîtin.

Di raporê de ev agahî hatin parvekirin;

Meha Tebaxê ji 27 jinên hatin qetilkirin 8 jê ji aliyê hevjin

6 jê ji aliyê heskiriyê xwe,

4 jê ji aliyê hevjînê xwe yê berê,

4 jê ji aliyê nasên xwe,

2 jê ji aliyê xizmên xwe,

1 jê ji aliyê bavê xwe,

1 jê ji aliyê birayê xwe

û 1 jê ji aliyê kûrê xwe ve hatine kuştin.

Her wiha di raporê de qala sedemên kuştinên jinan jî tê kirin û wiha tê gotin.

4 jê bi hênceta aborî û 7 jê jî ji ber xwestine ji mêrê bi wan re zewicîne veqetin hatine kuştin.

Ji jinan 15 jê li mala xwe, 5 jê li kolanê, 3 jê li nav zeviyan, 1 di wesayîtê de, 1 li cihê kar, 1 jî li herêma civakî hatibûn kuştin.

Her wiha di raporê de tê gotin ku 14 jin bi çekê, 7 bi kêrê, 3’ê bi fetisandinê, 2 bi derbê û 1 yek jî bi şewitandinê hatine kuştin.

Platfroma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin di rapora xwe de cardin balê dişîne ser peymana Stenbolê û qanûna 6284 û diyar dike ji ber qanûnên heyî naxin mêriyetê jin tên kuştin.

 

Ev jî hatin dîtin

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv