Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di mehekê de herî kêm 2 kolber hatin kuştin û 25 kes hatin binçavkirin 24.10.2020

Di nava mehekê de li Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn. Herwiha di vê demê de 25 welatî û çalakvan jî hatin binçavkirin.

Binpêkirinên li hemberî çalakvan û welatiyan, ji aliyê rejîma Îranê ve dewam dikin. Bi taybet rejîm li Rojhilatê Kurdistanê welatî û çalakvanan digre û dixe zindanê. Herwiha rojane êrişî kolberan dike.

Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, ji 22’ê Îlona 2020’an heya 21’ê Cotmeha 2020’an, desthilata Îranê gelek binpêkirin hemberî xelkê Rojhilatê Kurdistanê kiriye.

Çavkaniyê ragihand ku di nava mehekê de herî kêm 25 welatî, hunermend û çalakvanên Kurd, li Tahran, Eywan, Abdanan, Îlam, merîwan, Kamîran, Sine, Şino, Bokan, Pîranşar û Serdeşt ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Herwiha hate gotin ku di nava mehekê de herî kêm 2 kolber ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye beriya niha ajansa Hirna ya ku taybete ji bo mafê mirovan, di raporek xwe de eşkere kir ku di nava mehekê de desthilata Îranê herî kêm 17 kes ku gelek ji wan xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne, bi darve kiriye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv