LI AMEDÊ TORA GENDELÎ Û FIHUŞÊ
DI NAV TORA QIRÊJÎ DE ROJNAMEVANÊN AKP’Î JÎ HENE
Hikûmeta tirk ji bo ku bi her awayî îradeya gelê kurd bişkîne û di milê exlaqî de wî tune bike bi rêbazên qirêjî şerê xwe kûr dike.
Li bajarên bakurê Kurdistanê bi destê esker û polêsên xwe, bi destê burokrat û memûrên xwe torên gendelî û fihûşê datîne.
Li Amedê jî di nav de peyayên AKP’ê heyî toreke wisa hatiye danîn.
Di vê torê de midûrên saziyên weke perwerdeyê û mala mamosteyan jî heyî navê gelek kesan derbas dibe.
Di encama lêkolînan û qeydên deng ên li ser înternetê derket holê ku di vê torê de hin kesên weke rojnmevanên mahalî jî ku destekê didin hîzbulkontra û kasealêsiya AKP’ê dikin jî hene.
Xwediyê Rojnameya Diyarbakir Soz û nivîskarê rojnameyê Mehmet Alî Altindag ku di salên 90’î de destekê dida hîzbul kontra û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameyê Omer Buyuktîmûr jî navê wan derbas dibe.
Altindag, xwezûrê bersûcê dosyeyê Cîgirê Midûrê Mala Mamosteyan Mûstafa Yaşar û Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Mûstafa Kemal Çelen e.
Altindag bi rêya rojname û televîzyona xwe tevî Omer Buyuktîmur Feysel Taşçier jî weke hedef nîşan dane.
Her çend qeydên deng û telefonê yên Altindag û Buyuktîmur derketine holê jî di çarçova lêpirsînê de îfadeya wan nehatiye girtin.