LI DÊRAZORÊ OPERASYONA LI DIJÎ DAIŞ’Ê
QSD’Ê: 14 DAIŞ’Î HATIN GIRTIN Û 3 ÇETE JÎ HATIN KUŞTIN
Têkildarî Operasyonê, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyek da..
Navendê diyar kir ku şervanên wan li dijî çeteyên amadekariya êrişan dikirin, operasyon pêk anîn e.
Û derbarê encamê de ev agahî parve kirin:
Roja 31’ê Kanûna 2020’an, operasyoneke berfereh li herêma Dêrazorê destpêkir..
Şervanên QSD’ê li bajarokên Sûwar û Kesra û gundewarên wan, bi ser navendên şaeyên veşartî yên DAIŞ’ê de girtin.
Di encama wan operasyonan de 14 endamên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Ev kesên hatin girtin, xwe amade dikirin ku şeva serê salê, êrişan pêk bînin..
Heman rojê li nêzî gundê Ebû Nîtil yê bajaroka Sûwar jî operasyoneke din pêk hat..
Li vir jî di encama şer de 3 çete hatin kuştin..