CIWANÊ KURD Ê LI ESKERIYA TIRK HATIBÛ KUŞTIN
DI OTOPSIYÊ DE JÎ PIŞTRAST BÛ MEHMET ARAZ HATIYE KUŞTIN
Ciwanê Kurd Mehmet Araz ê 23 salî ji navçeya Qersê Qaxizmanê ye.
Mehmet Araz ku li bajarê Tirkiyê Kirklareliyê eskerîya Tirk dikir, 12’ê Gulana 2020’an hat kuştin.
Artêşa Tirk weke her carê saloxa “xwe kuştiye” li pey ciwanê Kurd xist.
Jixwe piştî hatibû kuştin, ferdên malbatê li ser cenazeyê kurê xwe dîtibûn, ku gelek şopên êşkenceyê hene.
Malbatê derbarê bûyerê de giliyê rayedarên artêşa Tirk kiribû.
Di rapora otopsiyê de jî ev şopên êşkenceyê hatine piştrastkirin.
CIWANÊ KURD Ê LI ESKERIYA TIRK HATIBÛ KUŞTIN
BAV HASAN ARAZ: KURÊ MIN BI ÊŞKENCEYÊ HATIYE KUŞTIN
Bavê Mehmet Araz, Hasan Araz jî destnîşan kir ku bi eşkerabûna rapora otopsiyê re gûmanên wan ên kuştinê zêde bûne û wiha got:
Dema min kurê xwe li morgê dît, li ser destên wî şopên girêdanê hebûn.
Di raporê de jî hatiye diyarkirin ku li ser destên wî şop hene.
Lê sedemên van nehatine eşkerekirin. Ev jî piştrast dike ku kurê min bi êşkenceyê hatiye kuştin.