RAPORA HRW’Ê YA 2021’AN
REWŞA MAFÊN MIROVAN A CÎHANÊ HATE NIRXANDIN
Saziya Şopandina Mafên Mirov Human Rights Watch rapora xwe ya 31’emîn a cîhanî weşand.
Rewşa mafên mirov ên azadiyên civakî yên li 100 welatên cîhanê bû mijara vê raporê.
Têkildarî binpêkirinên maf û azadiyan, rapor cihekî fireh ji bo Çîn, Rûsya û Tirkiye jî vediqetîne.
Saziya Şopandina Mafên mirovan vê carê ji berê zêdetir berê xwe da Amerîkayê û kiryarên li dijî mafên mirov ên dema Trump rexne kirin.
Herwiha, HRW hin pêşniyaran li serokê nû Joe Bîden jî dike û jê diwaze maf û azadiyên heyî yên li Amerîkayê biparêze.
Di raporê de pareke mezin a binpêkirinên maf û azadiyan ji bo Tirkiyeyê hatiye veqetandin.
Koalîsyona AKPê û MHPê ya di bin rêvebiriya Erdogan de wekî “rêvebiriyek otorîter” tê pênasekirin û wiha tê gotin:
“Piraniya qanûnên di salên dawî de ji aliyê AKPê û MHPê ve di meclîsa Tirk re hatine derbaskirin, li dijî hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî ne.”
Pratîka dewleta Tirk a mafên mirov bi sernivîsên azadiyên civakî, îşkenceya di bin çavan de, meseleya Kurd û mijara koçber û penaberan di raporê de cî girtin.
Li gorî HRWê êrişên dewletê yên li dijî azadiyên civakî derketine asta herî bilind û gelek kesên binçavkirî û girtî rastî îşkenceya hêzên ewlekariyê hatine.
Saziya mafên mirov ragihand, rêvebiriya Enqereyê tu cudahiyê naxe navbera PKKê û HDPê û bi êriş û girtinên endamên HDPê, zilmeke giran li dijî vê partiya legal dide meşandin.
Di raporê de tê diyarkirin, ligel hevserokên kevn ên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yukskdag bi dehan şaredarên Kurd ji kar hatine dûrxistin û gelek ji wan jî tên dadkirin.
Kiryarên dewleta Tirk ên li hemberî penaberan jî di raporê de ciyê xwe girtin.
Krîza penaberan a li ser sînorê Yûnanîstan û Tirkiyeyeyê wekî “alavake bazara siyasî” ya bi Yekitiya Ewrûpayê re tê binavkirin û ji ber vê kiryarê dewleta Tirk tê şermezarkirin.