Rojnameya Elman Dîe Tageszeîtûng îro di rupeleke xwe de bi temamî cîh da kampanyaya sendikayên îngiliz ya derheqê azadiya Rêber Apo de.
Kampanya bi navê “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî” di qada navnetwî de berfireh dibe.
Sendîkaya herî mezin a Brîtanyayê Unîte the Unîon ku 1.5 milyon endamên wê hene û sendîkaya GMB’ê ku 700 hezar endamên wê hene, ev demek e dest bi kampanyaya bi navê ”Ji Ocalan re azadî” kirine.
Kampanyaya ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê bidome, her ku diçe firehtir dibe.
Sendîkayên Ingilîz ji bo vê xebata xwe li Elmanyayê jî berbelav bikin îlan dane rojnameya rojane ya herî li pêş a Elmanyayê Dîe Tageszeîtûngê.
Di rojnamê de yek rûpelekî sax ji bo îlanê hate veqetandin.
Di îlanê de wêneyê Konferansa Sendîqayên Brîtanyayê dema wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser ‘Ji Ocalan re azadî” dinivîsî hatiye parvekirin.