KOLBERNEWS DANEYÊN SALEKÊ EŞKERE KIR
DI SALA 2020’AN DE 67 KOLBER HATIN KUŞTIN, 163 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN
Êrişên hêzên Îran û dewleta Tirk a dagirker yên li ser kolberan dewam dikin.
Li gorî agahiyên Kolbernewsê di sala 2020’an de 67 kolber hatin kuştin û 163 jî birîndar bûne.
Ji 67 kolberên hatine kuştin, 53 ji wan bi guleya hêzên rejîma Îranê, 6 jî bi guleyên raste rast yên eskerên Tirk ve hatine kuştin.
2 kolberan di nava berfê de ji serma jiyana xwe ji dest daye. 2 kolber di nava rûbar de xeniqîn, 4 kolber jî di rêya kolberiyê de bi qezaya trafîkê mirine.
Ji 163 birîndaran, 130 kolber bi guleyên raste rast yên êrişên hêzên Tirk û Îranê birîndar bûne.
11 kolber jî ji çiya ketin û birîndar bûn, 6 kolber di encama teqîna mayînan de birîndar bûn.
5 jî jiber lêdana hêzên çekdar yên Îranê birîndar bûn. 2 ji ber semayê û 2 jî di qezaya trafîkê de birîndar bûn.