LI EFRÎNÊ BERXWEDANA 3 SALAN
LI HELEB, MINBIC, KOBANÊ, TIL TEMIR, REQA Û MEXMÛRÊ GEL LI QADAN BÛN
Li ser êrişên qirkirin û dagirkeriyê ku beriya 3 salan li Efrînê dest pê kirin, li gelek deveran çalakî hebûn.
Ev der taxa Şexmeqsûd a Helebê ye.
Welatiyên ku wêneyên şehîdên hilgirtibûn meşeke girseyî pêk anîn.
Di peyaman de bang li raya giştî ya cîhanê hat kirin dengê xwe li dijî kirinên dewleta Tirk a dagirker derxin.
Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrinê meşek jî li Minbicê pêk hat.
Pêkhateyên Minbicê di peyamên xwe diyar kirin ku Efrînî ne bi tenê ne.
Ji bo xwedîderketina li Efrînê meclisa sivîl a Reqayê jî xwepêşandanek organîze kir.
Bi sedan şêniyên Reqayê beşdarî xwepêşandanê bûn û li dijî dagirkeriyê banga berxwedanê kirin.
Di salvegera êrîşên li dijî Efrînê de meşek jî li Tiltemirê pêk hat.
Bi hezaran kes daketin qadan.
Û bi yek dengî gotin, bi rihê Yekîtî û berxwedana gel wê Efrîn rizgar bibe.
Li bajarê berxwedanê Kobanê jî daxuyanî hat dayîn.
Di axaftinan de li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê jî bi daxuyaniyekê bang li Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.
Rêxistinê ji Neteweyên Yekbûyî xwest ku sûcên dewleta Tirk lêkolîn bike û dawî li dagirkeriya wê bîne.
Şêniyên wargeha penaberan a şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê jî bi daxuyaniyekê salvegera êrişên li ser Efrînê şermezar kirin.
Û gotin: Efrînê li hember dagirkerî û faşîzmê serî netewand û wê dawî li dagirkeriyê bînin.