Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di salvegera 3’yan a dagirkirina Efrînê gelê Efrînê li pêşiya baregeha Rûs daxuyanî dan 19.01.2021

 

SALVEGERA 3’YAN A DAGIRKIRINA EFRÎNÊ
RÊVEBERIYA XWESER A HERÊMA EFRÎNÊ LI BER BAREGEHA RÛSAN DAXUYANÎ DA

Beriya bi sê salan dewleta Tirk û çeteyên wê bi desteka hêzên navnetewî li dijî Efrînê dest bi êrişên qirkirin û dagirkeriyê kirin.

Di salvegera vê êrişê de rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê li pêşiya baregeha hêzên Rûs a li gundê Wehşiyê daxuyaniyek da.

Bi sedan şêniyên Efrînê, endamên sazî û dezgehên civakî beşdarî çalakiyê bûn.

Beriya daxuyaniyê heyetek derbasî navenda barehegê bû û çelengeke reş dan rayedaran.

Paşê li ser navê girseyî hevseroka desteya perwerdê ya herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl daxuyanî xwend.

Bêrîvan Xelîl îşaret bi rola Rûsya a di dagirkirina Efrînê de kir û dazanîn ku ew ê bi têkoşînê dawî li dagirkeriyê bînin.

SALVEGERA 3’YAN A DAGIRKIRINA EFRÎNÊ
PARTIYA SÛRIYA PAŞEROJÊ: WÊ EFRÎN JI DAGIRKERAN WERE RIZGARKIRIN

Bi wesîleya salvegera 3’an a êrişa li dijî Efrînê Partiya Sûriya Pêşerojê jî li bajarê Reqayê civînek ji gel re li dar xist.

Civîn li hola El-Tac a li başûrê Reqayê hate lidarxistin û gelek kes beşdar bûn.

Di civînê de endamê desteya rêveber a Partiya Sûriya Pêşerojê Ezîz Hesen axivî û behsa berxwedana xelkê Efrînê kir.

Ezîz Hesen got:

Li Efrînê 200 hezar koçberên ji herêmên cuda yên Sûriyê hebûn, bi hev re jiyaneke hevbeş dijiyan û rêveberiya xwe bi xwe ava kiribûn.

Lê dewleta Tirk ev bajarê qedîm ê Kurdan dagirkir ..

Em wek gelê Reqayê û Partiya Sûriya Pêşerojê sozê didin gelê Efrînê heta rizgarkirina Efrînê em ê li kêleka wan bin.

Em sozê didin QSD’ê heta qewitandina dagirkeran ji hemû herêmên dagirkirî li kêleka wan bin.

Piştî afatinan sînevîzyoneke derbarê sûcên dagirkeriya Tirk ên li Efrînê de hate pêşandin.

Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên bajarê Minbicê û gundewarên wê jî bi heman armancê daxuyanî dan.

Ciwanan diyar kirin ku ew ê hîn bêtir xwe bi rêxistin bikin û di serî de Efrîn hemû cihên hatine dagirkirin rizgar bikin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv