SALVEGERA 3’YAN A DAGIRKIRINA EFRÎNÊ
“EFRÎN EFRÎNA ME YE, VEGER SOZA ME YE”
Êrişa qirkirinê ya dagirkeriya Tirk a 20’ê Çileya 2018’an destpêkirî, 18’ê Adara heman salê veguherî dagirkirina bajarekî kevnar ê Kurdistanê Efrînê.
Ji wê rojê ve Efrînî li herêma Şehba li ber xwe didin, têdikoşin ji bo bajarê xwe ji zilmê, dagirkeriyê û faşîzmê rizgar bikin.
20’ê Çileyê salvegera 3’yan a dagirkirina Efrînê ye.
Ber bi nêzîkbûna vê rojê ve Efrînê careke din daketin qadan.
Meşeke din ji aliyê Meclîsa Kantona Efrînê ve li navçeya Şehba Fafînê hat lidarxistin.
Şêniyên wargeha Berxwedan, gundê Babinîs û şêniyên Fafînê beşdarî meşê bûn.
Li Wargeha Berxwedanê daxuyaniyek hat dayîn.
Ne tenê meş, li Herêma Şehba daxuyanî jî hatin dayîn.
Yekîtiya Parêzeran a Efrînê bi daxuyaniyekê bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kirin, ku li dijî êriş û sûcên şer ên dagirkeriya Tirk bi erka xwe rabin.
SALVEGERA 3’YAN A DAGIRKIRINA EFRÎNÊ
LI KOBANÊ Û HESEKÊ DAXUYANIYA JINAN LI REQAYÊ MEŞA MAMOSTE Û XWENDEKARAN
Tevgera Komunîst a jinên Şoreşger li Kobanê jî li qada Jina Azad daxuyaniyek da.
Heman tevgera jinan li kampa Serêkaniyê ya Hesekê jî daxuyaniyek da û banga mezinkirina têkoşîna li dijî dagirkeriyê li jinan hemûyan kir.
Li Reqayê jî bi pêşengiya mamoste, xwendekar û saziyên civakî meşeke girseyî li dijî dagirkeriya Tirk hat lidarxistin.
Di meşê de banga mezinkirina têkoşîna li dijî dagirkeriyê hat kirin û hat xwestin, ku Efrînê li cih û warê xwe bi awayekî azad vegerin.