Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di salvegera 8’an a Komkujiya Parîsê bi sed hezaran kes gotin: Divê Erdogan were darizandin 11.01.2021

 

SALVEGERA 8’AN A KOMKUJIYA PARÎSÊ
BI SED HEZARAN KESÎ GOT: DIVÊ ERDOGAN WERE DARIZANDIN

Di ser komkujiya Parîsê ku di 9’ê çileya 2013’an pêkhat û sê jinên şoreşger hatin qetil kirin re 8 sal derbas bû.

Bi deh hezaran kesên dilê wan ji bo sê jinên şoreşger, Sara Rojbin û Ronahî lê dide li qadan bûn.

Tevî 8 sal derbas dibe êş û hêrsa gelê Kurd wekî roja ewil bû.

Bajarên Ewrûpa, di serî de Parîs, Tolus, Marsîlya, Ren, Berlîn, Doseldorf, Ştutgart, Frîburg, Hanover,
Belçîka, Norveç, Îtalya, Swîsre û Awusturya bûn qadên hesab pîrsîna ji Dîktator Erdogan.

Kurdistanî û dostên xwe, ji bo Erdoganê ku fermana Komkujiya Parîsê da were darizandin dengê xwe bilind kirin.

Heman hêrs, heman biryardarî, heman êş li Kurdistanê jî bilind dibû.

Îsal li Kurdistanê navnîşana çalakiyan Rojavayê Kurdistanê bû.

Jinên dilê wan bi Sara re ji bo azadiyê lê dide li dijî kujeran hêrsa xwe anîn ziman.

Qamişlo, Tiltemir, Kobanê, Dêrik, Girkê Legê, Hesekê, Çilaxa, Şehba, bi deh hezaran kes li qadan bûn.

Soza hesapbîrsîna ji dagirker û neyaran di 9’ê Çilê de anîn ziman.

Ev deng ji Helebê jî bilind dû.

Hewrêyên Sara, Rojbîn û Ronahî li vir di roja qetilkirina hersê jinan de li qadan bûn

Jinên Reqayî û Kerkukî jî sê jinên şoreşger jibîr nekirin.

Qadeke din ku sê jinên şoreşger lê hat bîranîn wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr bû.

Li Kurdistanê jî dengê, berpirsê komkujiyê Erdogane divê were darizandin bilind dibû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv