Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di salvegera 8’an a komkujiya Parîsê li gelek bajaran sê jinên şoreşger hatin bibîranîn 06.01.2021

 

SALVEGERA 8’AN A KOMKUJIYA PARÎSÊ
LI ALMANYA, SWÎSRE, RÛSYA, MEXMÛR Û WANÊ SÊ JINÊN ŞOREŞGER HATIN BIBÎRANÎN

Ji bilî Parîsê, li gelek deverên din jî sê jinên şoreşger hatin bibîranîn.

Li paytexta Almanya Berlînê jinan destegula reş danîn ber deriyê sefareta Fransayê.

Li bajarekî din ê Almanya Dusseldorfê jî çalakî li ber Konsolosxaneya Fransa pêk hat.

Di çalakiyê de hat gotin,wê jinên Kurd bi mezinkirina têkoşînê ji kujeran û dagirkeran hesab bipirsin.

Çalakiyek jî li paytexta Swîsre Bernê jî çalakî hebû.

Jinên Kurd piştî çalakiya xwe, destegula reş danîn ber deriyê sefareta Fransayê û daxwaza ronîkirina komkujiyê kirin.

Li Bakurê Kurdistanê jî Tevgera Jinên Azad, 6 jinên şoreşger Sakîne, Fîdan, Leyla, Pakîze, Sêvê û Fatma li Wanê bibîranîn.

Piştî rêzgirtinê Hevseroka HDP a Tûbayê Edîbe Babûr axivî.

Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî sê jinên şoreşger hatin bibîranîn.

Di bîranînê de li ser jiyana her sê şoreşgeran sînevîzyonek hat nîşandan.

Li navçeya herêma Saratov Yerşovê ya Rûsyayê jî Kurdan sê jinên şoreşger bi daxuyaniyekê bibîranîn û banga mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv