Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di ser komploya 9’ê Cotmehê re 22 sal derbas bûn 09.10.2020

 

SALVEGERA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ
DI SER KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ RE 22 SAL DERBAS BÛN

Komploya navnetewî di Îlona 1998’an de dest pê kir û 15’ê Sibata 1999’an li Kenyayê bi radestkirina Rêber Apo kete qonaxeke nû.

Fermandarê Hêzên Bejahî yê artêşa Tirk ê demê Atîlla Ateş, di 16’ê Îlona 1998’an de li Hatayê, ji ber hebûna Rêbar Apo a li Sûriyê, rêveberiya vî welatî tehdît kir û xwest ku Rêber Apo radestî wan bike.

Piştî vê tehdîdê jî, Desteya Ewlekariya Netewî ya Tirk, di civîna xwe ya heman mehê de bi awayekî vekirî Suriye tehdît kir.

Piştî vê tehdîdê jî, li ser sînorê Tirkiye-Suriye tevgera leşkerî dest pê kir.

Paşê eşkere bû, ku Rêber Apo ji Sûriyê derneketa, Tirkiyê wê bi alîkariya Îsraîl, Amerîka û NATOyê li hemberî Suriyê biketana tevgerê.

Hedef jî Sûriye û Rêber Apo bû.

9ê Cotmeha 1998’an piştî Rêber Apo ji Suriye derket, li Yûnanistan, Rusya û Îtalyayê ma.

Lê her sê welatan jî, ji ber zextên Emerîka, Îngilîstan û Îsraîlê û berjewendiyên xwe, destûra mayinê nedan Rêber Apo.

Lêgerîna Rêber Apo ya ji bo bi cihbûna li welatekî, 15ê Sibata 1999’an li Kenyayê bi dawî bû.

Her çiqas dewleta Tirk, dîl-ketina Rêber Apo weke serketina xwe nîşan da jî, eşkerebû ku komplo bi desteka hêzên navnetewî hatiye birêvebirin.

SALVEGERA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ
RÊBER APO: NAVENDA TEVGERA KOMPLOYÊ LI ÎSRAÎLÊ BÛ

9 meh piştî komployê, Rêber Apo bi rêya parêzerên xwe, hêzên di operasyonê de cîh girtine eşkere kir.

Rêber Apo digot;

“Operasyon ji destpêke ve li Washîngton û Tel Avîvê ji aliyê navendeke taybet ve hat birêvebirin. Piştî ji Suriye derketim, însiyatîf ket destê NATOyê û ya rast, çûna min a Yûnanistanê jî, di bin kontrola hêzên NATOyê de pêk hat.”

Serokwezîrê berê yê Tirk Bulent Ecevît, di 2005’an de rola Emerîkayê ya di komployê de îtîraf kir û got:

“Bê Emerîkayê girtina Ocalan ne pêkan bû. Emerîka Ocalan radestî me kir, lê belê sedema wê çi ye, ez nizanim.”

Di nava salên borî de, berdevkekî Wezereta Karên Derve ya Îsraîlê û rayedarên Yûnanistanê jî rola xwe ya di komployê de îtîraf kirin.

Hêzên komploger, bi radestkirina Rêber Apo, xwestin wî ji tevgera Kurd veqetînin û têk bibin.

Li hemberî vê yekê Ocalan, bi tedbîrên berfireh, pêşiya tasfiyê girt, komplo jî pûç derxist, tevgera azadiyê bi hêztir û mezintir kir.

Bi wê têkoşîna di Rêbertiya Ocalan de, li Rojava şoreşa gel pêk hat û niha Tevgera Azadiyê veguheriye aktora sereke ya li Rojhilata Navîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv