Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di şerê li Qerabaxê de çekên herî giran tên bikar anîn

 

Li Qerebaxê bi awayekî fermî agirbestek hat îlankirin, lê belê li qadê, şer hîn jî ranewestiyaye.

Doktorên li eniyên şer dibêjin, şer berdewame û çekên herî giran tên bikaranîn.

DYA’yê jî di mijara Qerebaxê de helwesta xwe zelal kir û got: “Em Ermenistanê mafdar dibînin.”

DOKTORÊN LI HERÊMÊ: ÇEKÊN HERÎ GIRAN TÊN BIKARANÎN

Ev der herêmeke Qerebaxê ye.

Li gorî agirbesta navbera Azerbaycan û Ermenistanê, divê şer li vir bi dawî bûbe.

Lê belê rewşa heyî û daxuyaniyên fermî hev nagirin.

“Li vir weke ku haya kesî ji agirbestê tunebe.

Çekên herî giran tên bikaranîn û em 48 saetan bê xew, birîndaran derman dikin..”

Bi van gotinan doktorên Fransî û Rûs yên li Qerebaxê ne, behsa dijwariya şerê li herêmê dikin û dibêjin, agirbest tenê li ser kaxez heye.

Doktorê operastor ê binavê Şagîn Danîlyan rewşa li Qerebaxê wiha rave dike:

Tişta em li vir dibînin awayekî nû yê şer e. Rewş kambax e. Piraniya eskerên dimrin û birîndar dibin ciwan in. Di vî şerê qirêj de çekên herî giran tên bikaranîn.

Doktorê Rûs Atom Tîr Girîgoryan jî anî ziman ku di şerî de bombeyên mîsket têne bikaranîn.

AMERÎKA: EM HÊVÎ DIKIN KU ERMENISTAN KARIBE XWE LI HEMBERÎ ÊRIŞAN BIPARÊZE

Wezîrê Karê Derve ê Amerîka Mike Pompeo têkildarî şerê li herêma Qerebaxê axivî.

Pompeo piştgiriya xwe ya ji bo Êrîvanê bi van gotinan anî ziman:

Hêviya me ew e ku Ermenîstan li hemberî êrişên Azerbêcan karibe xwe biparêze.

Wezîrê Amerîka, ji ber desteka dide Azerbêcanê jî nerazîbûn li dijî Tirkiyê nîşan da û wiha dewam kir:

Niha li herêmê Tirk hene. Çekan didin Azerbêcan û şerê li herêmê gur dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv