Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di teqîna Beyrûdê de 137 kes jiyana xwe ji dest dan

 

Encama teqîna li paytexta Libnanê Beyrûdê her ku diçe girantir dibe..

Hejmara qurbaniyên teqenî derket 137’an..

Her wiha 5 hezar birîndar hene, nêzî 300 hezar kes bi xanî man..

Rayedarên dewletê ragihandin ku 15 mîlyar dolar xesara aboriyê bûye.

Roja Sêşemê li paytexta Libnanê Beyrûdê teqîneke mezin pêk hat..

Û encama wê jî her ku diçe girantir dibe..

Rayedarên dewletê ragihandin ku hejmara qurbaniyan 137 kesan derbas kir.

A birîndaran jî ji 5 hezarî derbas bû..

Ji ber ku giranbûna rewşa gelek birîndaran, hejmara miriyan zêdetir bibe..

Ji ber dijwariya teqînê bi hezaran avahî hilweşiyan û derdora 300 hezar kes bê xanî man..

Ji bilî ziyana dayî jiyana mirovan, teqînê di warê aborî de jî zereke mezin da Libnanê..

Waliyê Beyrûdê Merwan Abûd eşkere kir ku ji ber teqînê bi qasî 15 mîlyar dolar zerar li aboriya wan bûye..

Li aliyê din ji ber pirsgirêka di pergala tendirûstiyê de, êdî ji bo pêşwazîkirina birîndarên teqînê cih li nexweşxaneyên paytextê nemaye..

Wezîrê Tendirûstiyê Hamad Hassan anî ziman ku rewşa nexweşxaneyan aloz e û got, ji bo dermankirina birîndaran alavên pêwîst li ber destê wan tineye..

Di vê navberê de hat gotin, hin rêveberên Lîmana Beyrûdê hatine hatine binçavkirin.

Têkildarî mijarê Wezîra Ragihandinê Menal Abdulsamed diyar kir ku kesên ji sala 2014’an ve ji bicihkirina Nîtrat Amonyum berpirsiyar, di hebsa malê de ne û derheqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin..

Wekî din li ser fermana hukûmetê, li paytext Beyrûdê ji bo 2 hefteyan rewşa awarte hat ragihandin..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv