Li bajarê Sûrî Ezazê erebeyeke bombebarkirî teqiya..
Di encamê de herî kêm 5 kes hatin kuştin û derdora 90 kes jî birîndar bûn..
Li Efrîna dagirkirî jî bombeyek bi erebeya leşkeyî ya çeteyan de teqiya..
Li bajarê Ezazê ku ji aliyê dewleta Tirk ve sala 2016’an hat dagirkirin, doh êrişeke bombeyî pêk hat..
Li gorî agahiyên ji nava bajêr hatin parvekirin, teqîn li bajarokê Sico yê nêzî sînorê Kilîsê pêk hat..
Di encamê de 5 kes hatin kuştin û derdora 90 kes jî birîndar bûn..
Heta niha ti alî, berpirsiyariya êrişa bombeyî negirtiye ser xwe..
Li bajarê Rojava Efrînê jî teqînek rû da..
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan ragihand ku li navçeya Cindirêsê bombeyek bi erebeya çeteyên binavê Feyleq El Şam de teqiya ye..
Li gorî agahiyên ku rêxistinê parve kirine di encama teqînê de 10 çete birîndar bûn..