LI SERÊKANIYÊ XWEPÊŞANDANÊN LI DIJÎ DEWLETA TIRK
DI ENCAMA GULEBARANA ÇETEYAN DE 2 SIVÎL BIRÎNDAR BÛN
Heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de kiryarên kuştin, tacîz, tecawuz, talan, guhertina demografiyê û talana xwezayê di asta asta herî jor de ne.
Li dijî vê zilm û zordestiyê, li gundên rojhilatê Serêkaniya dagikerî welatiyan serî hilda.
Di dema xwepêşandanê de, dagirkeran êrişî welatiyan kir û gulebaranê de 2 kes birîndar bûn.
Li heremên Sûriyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de rojane kiryarên li dijî mirovahiyê pêk tên.
Piştî kuştin, revandin, eşkence û binçavkirinê, bi hatina demsala havînê re, berhemên çandiniyê jî bûn hedefa dewleta Tirk û çeteyên wê.
Dewleta Tirk û çeteyên wê, yan berhemên çandiniyê yên xelkê didizin yan jî dişewitînin.
Hat ragihandin ku li Serêkaniya dagirkirî rojanê bûyerên bi vî rengî rû didin.
Ev yek jî dibe sedema nerazîbûn û hêrsa xelkê heremê.
Li gundên Bab El-Xêr, Can Temir û Ûm Uşbe yên rojhilata Serêkaniyê bi dehan welatî li dijî eskerên dewleta Tirk û çeteyên wê serî hildan.
Lê welatî rastî tundiyê hatin û di ancama gulebaranê de 2 kes birîndar bûn.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Surî çete di bin navê “zikatê” de genim ji welatiyan distînin.
Kesên ku vê yekê red dikin jî tên biçavkirin û berhemên wan ên çandiniyê jî tên desteserkirin.
Ji ber van binpêkirinên giran, beriya çend rojan nêzî 20 rêxistinên sivîl û hiqûqî ji Konseya Ewlekariya Navneteweyî daxwaz kir ku bikeve nava tevgerê û dawiyê li vê zilm û zordestiyê bîne.
Di bangewaziya van rêxistinan de hat bibîranîn ku kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê hemû pirensîbên exlaqî insanî bin pê dikin.
Her wiha hat diyarkirin ku armanca dewleta tirk bi van kiryaran ew ku xelkê herêmê bide koçkirin û plana xwe ya guhertina demografiyê bibe serî.