Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
17:00 NûçeNûçeyên DawîPortreSîyasî

Dijwar Botan ji ber kirîza dil Şehîd bû

 

Ji têkoşerên tevgera azadiya Kurd Mehmet Seîd Demîr bi nasnav Dijwar Botan ji ber krîza dil şehîd bû.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê Mehmet Seîd Demîr bi bîr anî.

Mehmet Seîd Demîr bi nasnav Dijwar Botan ji sala 1992’an û vir ve di nava têkoşîna azadiya Kurd de cih digire.

Dijwar Botan di sala 1973’an de li navçeya Sêrt Dihê hate dinê û di sala 1992’an de ji Mêrsînê beşdarî nav refên tevgera azadiyê bû.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Dijwar Botan di 7’ê kanûna 2019’an de, ji ber krîza dil şehîd bûye.

Komîteyê bal kişand ser jiyan û têkoşîna Mehmet Seîd Demîr û got: Hevalê Dijwar Botan 27 salan li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê têkoşîn meşand. Li ku derê pêwistî li wî hebû, bazda wir û bi berpirsyariyeke mezin kar dikir û xebat meşand.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê anî ziman ku şehadeta Dijwar Botan ji bo wan wendahiyeke mezine û ewê daxwaz û xeyalên wî pêk bînin.

PKK di şexsê malbata Mehmet Seîd Demîr ango Dijwar Botan de, ji tevahiya gelê Kurdistanê re jî sersaxî xwest.

Ev jî hatin dîtin

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv