Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dilda Roj: Ji bo tenê jinek jî bê rêxistin nemîne em ê li qadan bin 05.01.2021

 

JI BO DARIZANDINA DÎKTATOREKÎ SED SEDEM
DILDA ROJ: JI BO TENÊ JINEK JÎ BÊ RÊXISTIN NEMÎNE EM Ê LI QADAN BIN

Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpa TJK-E 25’ê Mijdarê dest bi kampanyeyeke girîng kir.

Slogana Kampanyayê jî “Ji bo darizandina dîktatorekî sed sedem e” û wê heta 8’ê Adarê dewam bike.

Armanc ewe, Erdogan ê berpirsê komkujiyên, Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Efrîn, Serêkanî, Girê Spî û Slopya ye were darizandin.

Endama Koordînasyona TJK-E Dilda Roj derbarê kampanyayê de ji ANF’ê re axivî.

Dilda Roj diyar kir, bi idia û biryardariya hesabpirsîna ji dîktatorekî ku nunertiya zihniyeta xirabbûyî dike dest bi kampanyayê kirin û wiha pêde çû.

Erdogan di 18 salên desthilatdariya xwe de li dijî civakê û jinan bi sedan sûc kir.

Di ser 100 bûyerên ku bi fermana Erdogan hatin kirin, em bi biryar in ku hesap bipirsin.

Jinên Kurd dema hesap ji Erdogan bipirsin wê li cofrayayên cûda li dijî polîtîkayên dîktatoran têbikoşin.

Dilda Roj diyar kir ku, ewê bi feraseta jinek tenê ji divê bê rêxistin nemîne îsal giraniya xwe bidin çalakiyan û dibêje:

Her çalakiya li dijî zihniyeta baviksalar tê li darxistin, çi aliyê rêxistinî û sazîbûnê çi li aliyê çalakiyên kes wê jiyanê li zihniyeta mêr teng bike.

Emê îsal karên xwe li ser gelek aliyan bimeşînin û xeta çalakiyan xurt bikin.

Tevî şert û mercên şewbê emê standên îmzeyan danîn, konên danasînê vedin, sinevizyonan nîşan bidin, xwe birêxistin bikin, çalakî û xwepêşandanan bigihinin asta herî bilind.

Têkildarî plansaziya dema bê ya TJK-Ewrûpa jî Dilda Roj vê dibêje:

Li deverê meclisên TJK-E lê hene wê her çarşem stantên îmzeyan were danîn.

Meha Çile û Sibatê li bajar û zanîngehan kursiyên nîqaşên serbest bên danin.

Meha Adarê ji bo tevahiya Ewrûpa sempozyumeke navendî bê li darxistin.

Bi sempozyûmê re wê gavên pratîkî yên ji bo têkoşîna hevpar bên nîqaşkirin.

Dilda Roj her wiha diyar kir ku salvgera komkujiya Parîsê di çarçoveya kampanyayê de pêşwazî dikin.

6’ê çile çelengên reş danîn ber konsolosa Fransa, 9’ê Çile jî ji bo Erdogan were darizandin wê çalakiyên girseyî pêk were.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv