Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dîmenek ji Garê: Dema gerîla bi çekên ferdî derbê li helîkopterê dixe 24.02.2021

 

TÊKÇÛNA DEWLETA TIRK LI GARÊ
DÎMENEK JI GARÊ… DEMA GERÎLA BI ÇEKÊN FERDÎ DERBÊ LI HELÎKOPTERÊ DIXE

10’ê Sibatê artêşa dewleta Tirk li dijî Garê dest bi êrişeke berfireh a ji bo dagirkirinê kir.

Gerîlayên HPG û YJA-Starê bi fermandariya Şoreş Beytuşşebap 4 rojan li bin dehan balafirên keşfê, balafirên şer, helîkopterên êrişê û veguhestinê, şerekî giran kirin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi daxuyaniyekê ragihandibû, ku di vî şerî de 37 kuştî û bi dehan birîndarên artêşa Tirk hatine tespîtkirin.

Her wiha hatibû parvekirin, ku gerîlayan du rojan li ser hev nehiştine helîkopter dakevin qada Siyanê û derb li wan dane.

Di nava vî şerê giran de gerîlayên HPG û YJA-Starê ji bo çend kêliyan be jî ev yek qeyd kirin.

Dîmenê li ser ekranên we ji herêma Garê ne.

Gerîlayên HPG û YJA-Starê nahêlin du helîkopterên êrişê xwe li qadê deynin û êrişan bikin.

Derbê li helîkopterekê didin û ew helîkopter ji qadê vedikişe.

Ji ber vê yekê helîkoptereke din jî bi hawara helîkoptera derb xwarî ve tê.

Ev jî dîmenekî din ê ji heman qadê ye.

Helîkoptera êrişê dixwaze êrişî gerîlayan bike.

Ew jî bersiva xwe digire û gerîla derbê lê dixin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv