LI BANIKÊ NAVA XANIYAN TALAN KIRIN, XIRA KIRIN Û ŞEWITANDIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê doh di daxuyaniya xwe de gotibû ku artêşa dewleta Tirk çend xanî şewitandine û xirakirine.
Ji gundê Banikê dîmen ketin ber destê me.
Gundê Banikê nêzî qada Pîrbila ye
Dagirkeran nava malan talan kirine, xira kirine û şewitandine.
Ev dîmenên li ser ekranên we, ji gundê Banikê yê nêzî Pirbila li herêma Heftenînê ne.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker doh ketibû gundên Banikê û Mininê.
Li gundê Banikê xanî xirakiribûn û şewitandibûn.
Ji ber êrişê gundî neçar mabûn malên xwe biterikînin.
Gundiyan îro piştî êrişê dîmenên ji nava gund û xaniyan parve kirin.
Di dîmenan de jî xuya dike, ku nava xaniyan hatiye talankirin, xirakirin.
Xisareke mezin li hin xaniyan bûye.
Gundiyên xwestin şeveqê vegerin gundê xwe jî ji aliyê hêzên PDKê ve hatin astengkirin.
Li gorî gundî agahî didin, artêşa dewleta Tirk a dagirker ji ber berxwedana gerîlayan nikarin dakevin jêr.